Tecrîda Îmraliyê li Dresdenê hat protestokirin
Komeke Kurd ku li bajarê Dresden ê Elmanyayê li hev civiyan, tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Komeke Kurd ku li bajarê Dresden ê Elmanyayê li hev civiyan, tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kurdistaniyên ku li pêşiya Altmarkt Galerîe ya navenda bajêr li hev civiyan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê de danezanên têkildarî êşkenceya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatin belavkirin û agahî ji raya giştî re hatin dayîn.
Çalakiya protestoyî ku di navberan de bi awayê çalakiya rûniştinê dewam kir, di saet 17:00’an de bi muzîk û dirûşmeyan bi dawî bû.