Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Tecrîda Îmralî li Atîna, Dusseldorf û Stûttgartê hate protestokirin

Li paytexta Yewnanistan Atîna û li bajarêên Elmanya Stûttgart û Dusselforfê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin û berxwedana grevên birçîbûnê hate silav kirin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi armanca protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Meş li aliyê Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanistanê ve hate organîzekirin û ji Qada Syntgmayê desptê kir.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û PKK, MLKP, MKP, DKP, SYKP û TKP/ML pêşengiya meşê kir. Di meşê de wêneyên Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û rêxistinên çepgir hatin hildan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘bijî piştevaniya şoreşgerî’, ‘Tecrîd bila bidawî bibe’ û ‘ji Ocalan re azadî’ hatin berz kirin.

Li aliyê din di meşê de bi dehan belavok hatin belav kirin û bnaga ketina tevgerê li saziyên navnetewî hate kirin. Meş li pêşiya Kosolosxaneya Tirkiyeyê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û merşa ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwendin.

Di mîtîngê de bi zimanî Yewnanî daxuyanî hate dayîn û li ser navê Navenda Çanda Kurdistan jî axaftin ahtin kirin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bidawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê duh bi armanca balkişandina li ser berxwedana grevên birçîbûnê kon hatibû vedan û çalakî îro jî dom kir.

Çalakî li Scholsplatzê ji aliyê hevparên “Platfroma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê” ve hate organîze kirin.

Bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bila tecrîda Îmralî were rakirin”, “Ji Ocalan re azadî” û “Ho die Internasyonale solidarite” hatin berz kirin. Di mîtîngê de wêneyên Leyla Guven û çalakgerên Strasboûrg û wêneyên Ocalan hate hildan.

Di çalakiyê de belavokên ji aliyê Platfroma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hatibûn amade kirin hatin belavkirin. Di mîtîngê de bêdengiya Elmanya û saziyên Ewropayê hate protesto kirin.

DUSSELDORF   

Li bajarê Elmanya Dusseldorgê ciwanên Kurd li Parlamenteoya Eyaleta NRW çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist û tecrîda Îmralî protesto kirin.

Di çalakiyê de xwedî li daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê hate derketin û bê navber dirûşme hatin berz kirin.