Tecrîd wê bê şikandin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Çalakgeran bang li Kurdistaniyan kirin ku li dora grevên birçîbûnê li hev bicivin.

Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja sêyemîn de ye. Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk pêk tê û 15 kes tevlî bûne. Çalakgeran diyar irin ku heta tecrîdê bişikînin wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

ÎKE: EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN

Yek ji çalakgeran Gulîstan Çiya Îke bi bîr xist ku ji bo dawî li bêdengiya li pêşberî tecrîdê bînin û tecrîdê bişikînin wan dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kirine. Îke got, ew bi biryar in ku heta tecrîd bişikê vê çalakiyê bidomînin û wiha dewam kir: "Bi xwedîderketina gelê ma ya li çalakiyê, em ê bigihêjin armanca xwe. Ji ber vê yekê, girîng e gelê me li her deverê li dora van çalakiyan li hev bicive. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyan bide û li dora berxwedanê li hev bicive."

SURGUT: MOTÎVASYONA ME BILIND E

Denîz Surgut jî anî ziman ku heta şikandina tecrîdê wê çalakiya xwe dewam bikin û got, "Em bi rêya vê çalakiyê dixwazin nîşan bidin ku bi her tiştê xwe em bi Rêber Apo re ne. Em fikrên Rêber Apo dipejirînin û dixwazin vê yekê ji mirovahiyê re vebêjin. Em hewl didin nêrînên Rêber Apo hîn bêhtir bên belavkirin û bihîstin. Biryardarî û motîvasyona me bilind e. Heta ku tecrîd bê şikandin û faşîzm were hilweşandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

BAKANÎ: BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞAN

Ji çalakgeran Kardo Bakanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê got, "Dewleta Tirk êrîşên giran dibe ser gelê Kurd. Bi taybetî jî êrîşî Serok Apo dike. Rewşa wî gelekî girîng e. Lewma tecrîdê her dişidînin. Zêdeyî 3 sal in ti agahî jê nayê girtin. Em nizanin bê rewşa wî ya tenduristiyê çiye."

Bakanî diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê li her parçeyan dewam dike û got, "Êrîşên li ser Rojava, li ser Başûr didomin. Êrîşê dibe ser Mexmûrê, dibe ser Şengalê. Ji bo bersivê bidin van êrîşan me dest bi greva birçîbûnê kirin. Em li bendê ne ku Konseya Ewropa û CPT serdana Îmraliyê bikin, agahiyeke berfireh li ser rewşa tenduristiyê û ewlekariya Ocalan daxuyaniyek bê dayin."

SOLHAN: HETA KU EM ENCAMÊ BI DEST BIXIN

Kerem Solhan ê ji 53 salî ku ji Marsîlyayê tevlî çalakiyê bûye got, "Ji bo zext û polîtîkayên qirêj ên li Tirkiyeyê ji raya giştî re eşkere bikin û dawî li tecrîdkirina Rêbertî bînin, me dest bi vê çalakiyê kirin. Em di çalakiya xwe de bi biryar in û heta encamê bigirin, em ê bidomînin."

Gelek Kurdistanî serdana komeleya Kurd dike ku greva birçîbûnê lê dewam dike. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar jî di nav de gelek kes çalakganên grevê ziyaret kirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA