Tecrîd û grevên birçîbûnê kete rojeva Netewên Yekbûyî

Tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ên ji bo şikandina tecrîdê ku li gelek navendan didome di Rûniştinên Mafên Mirovan ên Netewên Yekbûyî (NY) bû rojev.

40. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku 25'ê Sibatê li Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) a Cenevre destpê kir, didome. 40. Rûniştinên Mafên Mirovan bi nirxandinên raporên binpêkirinên mafên mirovan didome.

Di rûniştinên êvarê de li ser navê saziya civaka sivîl Mouvement contre le racisme et pour l’amitié entre les peuples, MRAP, (Tevgera Dost a di navbera Gelan a li dijî nîjadperestiyê) Serokê Navenda Mafên Mirovan a Kurd ya Cenevre Mehmet Îlkhan axivî. Îlkhan balkişand li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li gelek navendan didome û banga ketina tevgerê li Konseya Mafên Mirovan a NY kir.

‘RÊZDAR OCALAN TÊ TECRÎD KIRIN’

Îlkhan wiha got; “Ez dixwazim bala Konseyê û raportorê taybet bikêşînim li ser êrîşên dewleta Trik ên li dijî gelê Kurd. Li girtîgehên Tirkiyeyê mûameleyekî xirab û dij mirovî li girtiyên siyasî yên Kurd tê kirin. Mînak Rêzdar Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an ve li Girtîgeha Îmralî tê tecrîd kirin ji sala 2001’an ve nikare mafê hevdîtina telefonê ya bi parêzeran xwe re bikarbîne. Ji 3 salên dawî ve bi temamî dibin tecrîdekê de tê hiştin.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ!

Îlkhan bi domdarî got; “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan û ji bo vê bêedaletiyê Parlamentera HDP’ê Leyla Guven 126 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li gel Leyla Guven bi heman daxwazê 331 girtiyên politîk, li Strasboûrgê 14 siyasetmedarên Kurd û li Hewlêrê welatiyê bi navê Nasir Yagiz ku di grevên birçîbûnê de ne, çalakiyên wan didomin.”

‘DIVÊ NY BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Îlkhan herî dawî bang li NY kir û got; “Ji bo kesên di greva birçîbûnê de ne mirin divê daxwazên van mirovan ku bedena xwe ji bo mirinê razandine werin qebûl kirin. Divê NY li dijî vê neheqî û êşkenceyê bikeve nava tevgerê.”