Tecrîd li Stûttgart û Marsîlyayê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê saet di 16'an de dest bi meşeke ji sê saetan kirin û ji bo Ocalan dirûşm qîriyan.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Em Kurdistanî ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan her tim ji bo aştiyê ketiye nava hewldanan û hate gotin, "Dewleta Tirk bi israr tecrîdê giran dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike."

Çalakgeran bêdengiya hikumet û saziyên Ewropayê weke derba li aştî û demokrasiyê pênase kirin û gotin, "Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê li qadan bin. Divê mafê hevdîtina heftane ya parêzeran jê re bê dayin."

Di meşê de belavok hatin belavkirin û çalakî li qada Kobanê bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî li dijî tecrîdê çalakî hate lidarxistin.

Kurd saet di 18:00 de li qada Vîeûx Portê li hev kom bûn û xwestin, tecrîd bê rakirin û parêzer karibin Ocalan bibînin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "azadî ji Ocalan re" hildan û belavok belav kirin.