BI DÎMEN

Tecrîd li Romayê hate şermezarkirin

Li paytexta Îtalya Romayê, endamên Komîteya Jineolojiyê ya Îtalyayê û Frenta Murgeera, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd xwepêşandanek lidar xistin.

Di dema xwepêşandana 5'ê Cotmehê de Frenta Murgeuera li ber dahol û dansê gotinên hin stranan guhert û peyamên polîtîk da.

Di çalakiyê de her wiha belavokên bi sernavê 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hatin belavkirin.

Di belavokan de bang li Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û saziyên hiqûqî yên navneteweyî hate kirin ku mafên mirovan ên Abdullah Ocalan misoger bikin.

Hate destnîşankirin ku ragirtina 25 salan a Abdullah Ocalan di bin tecrîda li Îmraliyê de li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.

Her wiha işaret bi rola diyarker a Abdullah Ocalan di çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de hate kirin û hate gotin, berdana Ocalan dikare dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne.

Çalakî bi xwendina hin beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan bi dawî bû.