'Tecrîd ji ber kêmasiya me ye'

"20 sal in li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye. Jin, ciwan, em; her kesên ku wî weke Rêber qebûl dikin, rexnedayina xwe didin. Rêbertî dema hate girtin, gotibû ku ji ber hevrêtiya kêm ev yek bûye. Dewamkirina tecrîdê jî nîşaneya vê kêmasiyê ye."

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger nûçegihan Gulîstan Çiya Îke ye. Îke ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Îke diyar kir ku ji bo hebûna jinê, Rêbertî gelekî girîng e û got, "Eger îro li vê derê dikarim li ber xwe bidim, ev yek bi saya paradîgmaya Rêbertî, bi saya keda Rêbertî ya ji bo azadiya jinê ye. Jinan xwe bi Rêbertî nas kirin. Lewma gotinên Rêbertî ji bo her kesî girîng e, lê ji bo me jinan gelekî girîng e."

Îke diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser jiyan û hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e heye û got, "20 sal ne kêm e. 20 sal in li Îmraliyê îzolasyoneke mezin heye. Jin, ciwan, em; her kesên ku wî weke Rêber qebûl dikin, rexnedayina xwe didin. Rêbertî dema hate girtin, gotibû ku ji ber hevrêtiya kêm ev yek bûye. Dewamkirina tecrîdê jî nîşaneya vê kêmasiyê ye. Eger me karîbûya ev kêmasî ji holê rakiribûya, hingî tecrîdê dewam nedikir. Em hewl didin bi rêya vê çalakiyê vê wezîfeya xwe bi cih bînin."

Gulîstan Çiya Îke anî ziman, greva birçîbûnê ne ji ber bêçaretiyê ye û wiha dewam kir: "Dibe ku bê gotin, 'Rêyeke din nema û me jî dest pê kir'. Lê ez bi vî rengî nabînim. Ev yek ji bo me şêweyeke têkoşînê ye. Dibe ku li Ewropayê karên cuda karibe bê kirin. Lê belê em li pêş çavên tevahiya cîhanê dikevin greva birçîbûnê. Li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Li wir jî berxwedan geş dibe. Hevalên me, ciwanên Kurd, jinên Kurd bi salan e têdikoşin. Têkoşîn bi vî rengî mezin bû. Li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya gelê xwecihî rêveberiyeke nû ava bû. Hêzeke mezin ava bû, li dijî hêzên hegemon. Ev jî rêyeke berxwedanê ye. Em pê bawer in ku ev çalakî wê bang li wijdanan bike."

Îke got, "Wijdan dikare vî dengê mirovahiyê bibihîze. Ya rast em dixwazin vê yekê nîşanî mûxatabên xwe bidin. Greva birçîbûnê ew e ku mirov bedena xwe deynin ber mirinê. Eger wijdan, mirovahî hebe, wê guh bidin dengê me. Bêguman em ne bi tenê ne. Hevala Leyla pêşengî ji çalakiya me re kir."