TCŞ û JCA: Heval Kasim ji bo ciwanên Ewropa mînak e

TCŞ û JCA ya li ser şehîdbûna Endamê KN ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) daxuyaniyek da got: “Heval Kasim bi jiyîn girêdanbûna xwe ya welat û Rêbertiyê re ji bo ciwanên Ewropayê mînakek bû.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) ên daxuyaniyek hevpar a nivîskî da got: “Divê her ciwanek Kurd tola heval Qaasim û ruhê wî yê şoreşger di dilê xwe de hilgire.”

TCŞ û JCA anî ziman ku hevrê Kasim bi jiyan û bi felsefeya PKK’ê û rastiya Kurdistanê re bi awayê herî xwezayî û sade temsîl kiriye û têkoşîna azadiya Kurdistanê mezin kiriye û bi hezaran ciwan bi vê sekna milîtanî girêdayî têkoşînê kiriye. TCŞ û JCA got: “Heval Kasim her kêlî bi ciwanî tevlî şoreşê bûye û bi felsefeya Rêbertiyê jiyaye. Ti demê dev ji xeyalên Kurdistaniyê bernedaye û her demê bûye şopdarê wê. Her çendî hê temenê ciwan ji welat qût bûbe û berê xwe dabe Ewropayê jî, ti demê girêdanbûna xwe ya bi welat û hestreta wê winda nekiriye û berê xwe daye qada Rêbertiyê.

Em ciwanên li Ewropayê dijîn têkoşîna ku heval Kasim dayî bibîr tînin, soza girêdanê carekî din nû dikin. Soz didin ku em ê yek bi yek planên dijminan vala derbixin, rê nadin xiyanet û faşîzmê. Em ê têkoşîna xw mezin bikin û xeyalên hevalê Kasim bînin cih.

Heval Kasim bi jiyîn girêdanbûna xwe ya welat û Rêbertiyê re ji bo ciwanên Ewropayê mînakek bû. Bi hezaran ciwan li ser şopa wî bimeşin, wê xeyalê Kasim di dilê xwe de hilgirin, bixin pratîkê. Bila dijmin vê baş bizane; her ciwanek wê tola heval Qasim û ruhê wî yê şoreşger di dilê xwe de hilgire.

Divê ciwanên Kurd vê hêrs û hestê tolhildanê bi teqez veguherîne çalakiyan. Divê ciwanên Kurd li her cihê lê, vê hêrsa mezin bi çalakiyên rewa veguhêzin kolanan. Li ser vî bingehî bang li hemû ciwên li Dîasporayê dijîn dikin ku xwedî li bîranînên heval Kasim derkevin û bikevin tevgerê.”