TCŞ: Li dijî êrîşên ser Rojava em berxwedanê mezin bikin

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya Ewropayê bang li hemû ciwanan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba, Heleb û Minbicê bikevin nava liv û tevgerê.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba, Heleb û Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst ne tenê êrîşî Helebê kir, di heman demê de plana êrîşê ya berfireh li dijî destkeftiyên Rojava xist dewrê.

TCŞ’ê bang li hemû ciwanan kir ku li dijî êrîşên li ser Rojava bikevin nava liv û tevgerê û got: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger careke din êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên faşîst ên girêdayî wê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin. Di vî şerî de wê berxwedana gel bi ser bikeve!”

EM Ê PÊŞENGIYA BERXWEDANÊ BIKIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şerê li Rojhilata Navîn diqewime jiyana hemû gelên herêmê dixe xetereyê û ji bo berjewendiyên emperyalistan nirxên mirovahiyê tên binpêkirin û wiha hat gotin: "Şerê li Sûriyeyê parçeyek ji planên faşîst e ku têkoşîna gelan a yekîtî û azadiyê dike hedef e. Lê belê em ciwan li hemberî vê fermana qirêj serî natewînin! Yekane çareseriya şer mezinkirina xweparastina gel e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zihniyeteke dijminane li hemberî azadî û destkeftiyên şoreşgerî yên gelê Kurd tevdigerin. Jiholêrakirina vê zîhniyetê erkek li ser milê ciwan û jinên ciwan e. Em ê li dijî êrîşên dagirkerên tirsonek pêşengiya berxwedanê bikin û ala azadî û edaletê bilind bikin! Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger sond dixwin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Di vê rêyê de em ê bi îdeolojiya Rêber Apo û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Em ê van êrîşên faşîst û zîhniyeta wan têk bibin. Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAÎŞ’ê têk birin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsandin. Niha em li ber serketineke mezintir in. Dem dema vejandina ruhê şoreşgerî û bilindkirina ala rizgariya gel e! Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava wê tenê bi Helebê sînordar nemîne, wê tevahiya herêmê û têkoşîna azadiyê ya gelan bike hedef. Ev êrîş di çarçoveya plana têkbirina vîn û şoreşa gelê Kurd de ye. Lê belê dîrok nîşan daye ku her carê bi berxwedana rêxistinbûyî ya gel û ciwanan faşîzm têk çû. Îro dora me ye ku em vê erka dîrokî bi cih bînin.”

BANG LI CIWANÊN EWROPAYÎ KIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de bang li ciwanên Ewropayê kir û got: “Em li ku derê bin bila bibin dengê gelê xwe. Divê em dakevin qadan û têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin. Ev xak bi berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin û berpirsyariya wê li ser milê me hemûyan e. Êdî dema derketina kolanan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye! Ji bo rawestandina faşîzmê li her derê çalakiyan li dar bixin!”