BI DÎMEN

TCŞ Hambur: Berxwedana gel wê bi ser bikeve

Ciwanên ku ji Hamburg Stubenplatzê heta Mitte Rathausê meşiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava protesto kirin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî hate protestokirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Stubenplatzê, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Meş ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê TCŞ’ê Velî Kantar axivî û wiha got: “Em weke Ciwanên Kurd ên Şoreşger careke din li dijî êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên faşîst ên bi pere yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqîrin. Di vî şerî de wê berxwedana gel bi ser bikeve. Ev şerê ku li Sûriyeyê dewam dike, parçeyek ji plana bi xwîn a li dijî yekîtiya gelan e. Lê em ê weke ciwanan serî li vê pergala qirêj re netewînin! Yekane çareseriya şer, mezinkirina xweparastina gelan e. Em ê li diî êrîşên tirsonek, pêşengiyê ji berxwedanê re bikin û ala azadiyê bilind bikin.”

Piştre, endamê TCŞ’ê Mazlûm Amed axivî û wiha got: “Dewleta Tirk civaka Kurd wekî terorîst dibîne. Dagirkeran pêşî êrîşî Minbic, piştre jî êrîşî Eyn Îsa û Kobanê kirin. Li medyaya dijîtal dîmenên ku çeteyên dagirker li Minbicê sivîlên li nexweşxanyê bi saxî digirin û qetil dikin, hatin parvekirin. Kurdên li Eyn Îsa û Kobanê bi dronên Tirk hatin qetilkirin. Kobanê ji bo mirovahiyê bajarek sembolîk e. Bajarê Kobanê bajarê ku komên Îslamparêz û DAÎŞ’ê ji bo bidestxistinê hewl didin, lê destpêka dawiya çeteyan e. "

Endamên TCŞ’ê piştî axaftinan ji Hamburg Stubenplatzê heta Mitte Rathausê meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên Defend Rojava”, “Lebe nicht den Kapitalismus Lass den Kapitalismus nicht Leben” , “ Frieden für Rojava und Syria, Nein zum Krieg”, “US stop supporting Turkish Massacre of Kurds” û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin hilgirtin.

Ciwanan di tevahiya meşê de tilîlî, fîtik û dirûşmeyên “Turkischer Armee raus aus Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Bijî Berxwedana QSD” berzkirin û bi zimanê Elmanî û Kurdî derbarê plan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de daxuyanî dan.