TCŞ'ê ji bo meşa 19'ê Çileyê ya li Essenê bang kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo meşa 19'ê Çileyê ya li bajarê Essen ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, ciwanên Kurd wê 19-20'ê Çileyê li her devera cîhanê dakevin qadan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişand ser meşa 19'ê Çileyê ya li bajarê Essenê yê Elmanyayê û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan ên li herêmê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya hevkariya bi faşîzmê re û hate bibîrxistin, roja 19'ê Çileyê wê milyonek ciwan li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî tecrîdê bimeşin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li Kurdistanî û enternasyonalîstan hate kirin ku 19'ê Çileyê saet 15'an li ber Haûptbahnhof a Essenê bin û tevlî meşê bibin.