TCŞ’ê bang li Kurdistaniyan kir ku dakevin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo Leyla Guven îşev bang kir ku Kurdistanî û dostên wan li eyaleta NRW'ê dakevin qadan. 

Tevgera Ciwanan îşev wê li gelek bajarên NRW ji bo balê bikêşînin li ser rewşa Leyala Guven û çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyan bike.

TCŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Bi ruhê seferberiyê hemû Kurdistanî û enternasyonalîst beşdarî çalakiyan bibin û piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re’'.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Bi pêşengiya rêheval Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê ketiye qonaxeke metirsîdar de. Dibe ku her demê rewşên ku vegera wê ne mumkin be çêbibe. Divê bi pêşengiya ciwanên şoreşger hemû gelê me seferber bibe û li dora çalakgerên greva birçîbûnê û Rêber Apo bibin xelek. Li ser vî bingehî roj roja veguherandina kolanên Ewropa ya berxwedanê ye. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku îşev bi pêşengiya ciwanan dakevin qadan û beşdarî mîtîngan bibin.”