Swîsre birayên Mexmûrî radestî Tirkiyê dike!

Swîsreyê biryar da ku Evdilkerîm Tallî û Ahmet Tallî ku beriya bi çar salan ji Mexmûrê xwe li Swîsreyê girtibûn, radestî Tirkiyê bike.

Evdilkerîm Tallî (25) û Ahmet Tallî (32) ku birayên hev in û beriya bi 4 s alan îltîcayê Swîsreyê kiribûn, Swîsreyê biryar da ku herduyan teslîmî Tirkiyê bike.

Herdu bira ku li Kantona Aarau ya Swîsreyê diman, 1994'an ji ber zext û zordariya Tirk ji Qilebanê ya Şirnexê gundê Mijînê derbasî Kampa Mexmûrê bûbûn.

Tallî yên bira li gel ku li Tirkiyê ti qeyda wan a nifûsê nîne jî, tê payin ku heta 24'ê Kanûnê bi zorê bibin Tirkiyê. Tallî yên bira li dijî vê rewşê helwest nîşan dan, gotin, heke wan bişînin dewleta Tirk ku bi salan zext û zordarî li ser wan hatiye kirin, ev ê ji bo wan mirin be.

Tallî agahî da ku li Swîsreyê polîsên Tirk ew darizandine û got, ''Li Swîsreyê ji min weye ku li Tirkiyê me. Dewleta Tirk tim ji me re digot, ''terorîst''. Li Swîsreyê jî eynî tişt hate serê min. Bi min agahiyên min dane îstîxbarata Tirk. Tenê bi sedema agahiya ku polîsên Tirk dane, yên ku îfadeyên min girtibûn, Swîsreyê îltîcaya min qebûl nekir.Niznaim derheqê min çi nivîsîne lê gelek kes hene ku weke min ji Kampa Mexmûrê hatine. Lê tenê min û birayê min dişînin Tirkiyê.''

Tallî got li dadgehên Swîsreyê polîsên Tirk li Aaauyê polîsan gef li wan xwarine, ji wan re terorîst gotine, li gel vê jî dadgehê ti bersiv nedaye û diyar kir heke wan bişînin Tirkiyê, ku Tirkiyê ne welatî wî ye, wê yan werin kuştin an jî girtin. Tallî got, ''Bi salan e me ji dewleta Tirk kişand. Du apê min, du kurapê min şehîd bûn. Dewleta Tirk ji malbata min gelek mirov kuştin. Dewleta Swîsre niha min teslîmî wan dike. Heke min teslîmî Tirkiyê bikin ev ji bo min kuştin e.''

Tallî got ji malbata wî gelek kes tevlî nav tevgera azadiyê bûne, malbata wî 1994'an ji ber zilma dewleta Tirk welat berdaye, dewleta Swîsre li ser nifûsa wî nivîsiye, ''bi eslê xwe Tirkiyeyî ye'' û got, ''Ez ne ji Tirkiyê me. Ne welatiyê wê dewletê me ku min dikuje, ji min re terorîst dibêje. Heke min teslîmî Tirkiyê bikin ev tê maneya kuştina min. Wê demê berpirs hikûmeta Swîsreyê ye.''

Tallî got, ''Em ji devereke bi mîsogeriya NY'Yê hatin vir. Biryara teslîmkirina me ne mirovî, ne wijdanî û ne jî hiqûqî ye. Ez naxwazim me bişînin dewleteke ku me terorîst dibîne. Em ditirsin, nizanin çi bikin. Ez dixwazim li welatekî azad bijîm. Li dijî vê qebûlnekirinê em ê xwe biparêzin. Em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin.''

Parêzerê Tallî yên bira Husnû Yilmaz got redkirina miwekîlên wî ne hiqûqî ye û got,''Em dikarin rewşê weke xeteyeke mezin a hiqûqî bibînin. Ev xeta jî xwe dispêrê vê: Cara pêşî ye ku di dosyaya Tallî de tê gotin heke bişînin TC'ê wê tiştek neyê serê wan.''

Yilmaz bi berdewamî got, ''Mirov dikare vê xetayê bi Peymana Penaberan a Cinêvê û Yasya Îltîcayê ya Swîsreyê fêhm vebêje: Rîsa ku zilma dewletê li wan were kirin. Heta niha derheqê Mexmûrê du biryarên cidî yên dadgehê hene û dadgeha rajor ev qebûl kir. Mixabin di dosyaya Tallî de hevpîşeyên min li vê nesekinîne û şandeya dadgehê bi dosyaya kêm a berdest bi qineta şaş biryar daye.''

Yilmaz her wiha got, li gorî Peymana Penaberan a Cinêvê belgeyên penaberiyê yên birayên Tallî hene, ku Komîseriya Penaberan a Rajor day wan, hiqûqa navxwe ya Swîsre ne mecbûr e ku vê nas bike, qebûl bike û ji bo her dosyaya nû ya Mexmûrê biryara xwe dide û got, ''Heta nihabiryara rûniştinê didan. Ev jî normal e, ji ber ku em behsa peymaneke navnetewî dikin û ne pêkan e ku bicihanîn li du deveran cuda be. Jixwe ji hêla hiqûqî ve ev nabe. Li gor vê dosyaya Tallî bi min rewşeke awarte ye û bi temamî xeateyeke hiqûqî ye, ji ber sedema xetayeke mirovî ye. Li gorî encmaên wê ev biryara şaş niha li dijî yasaya îltîcayê ya Swîsreyê, pratîka GS'ê û îçtîhatên Dadgeha Îdarî ya Federal e.''

Yilmaz her wiha got, ''Ji bo ku ev xeteya hiqûqî were rastkirin gelek Swîsrî tevgeriyane. Kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin. Min ji sekreterê giştî yê GS'ê re nivîsî, min got mirov dikare vê şaşîtiyê rast bike û ji berpirsyariya hiqûqî xwe xilas bike.''

Parêzerê Tallîyên bira herî dawî got pêdiviya Tallîyên bira bi desteka her kesî heye, ev destek hem peywireke însanî û hem jî polîtîk e.