Cara yekem redkirina daxwaza mayîna Bûket a Swêdê û daxwaza şandina wê ya Tirkiyeyê di meha Hezîranê de ji aliyê Rojnameya Aftonbladet a xwedî trajekî 800 hezarî ye hate rojevkirin.
Piştî bihîstina ku dewleta Swêd dixwaze keça 10 salî ya ku ti xizmên wê li Tirkiyeyê nîne û wê tenê bişîne Tirkiyeyê û şûnde bi hezaran kes ketin tevgerê.
Hevalên Bûket ên dibistanê ji bo astengkirin derxistina derveyî sînor a Bûketê dest bi çalakiyan kirin û li gelemperiya welat jî dest bi kampanyayeke ya îmzeyan hatiye kirin. Parlementerê Partiya Demokrat a Xiristiyan Magnûs Jacobsson mijar bi pêşnûmepirsekê bire rojeva parlementoyê.
Di meqaleya meha Hezîranê li Aftonbladetê hate parvekirin Bûket dema çend mehî bû dayika wê ew terk kiriye û piştî bavê wê tê Swêdê û daxwaza rûniştinê tê redkirin û şûnde keca xwe radestî meta xwe ya li Stockholmê dike û ew jî winda dibe.
Ji bo di nava meha Hezîranê de Bûketê der sînor nekin serî li Dadgeha Bilind a Koçberan hate dayîn. Lê piştî ku Dadgeha Bilind a Koçberan girtina dosyaya Bûketê redkir û şûnde pêşiya dersînorkirina Bûketê vebû.
Hevserê meta Bûket Îrfan Kok ê ji rojnameya Aftonbladet re axivî, biryara Dadgeha Bilind a Koçberan weke metirsîndar pênase kir û diyar kir ku berî vê kêm jî be hêvî hebû ku Bûket li Swêdê bimîne, lê piştî vê biryarê ew jî çû.
Nûnerê hiqûqî yê Bûket Mohammed Oûchen ê biryar tirajî pênase kir, aciziya xwe ji biryarê nîşan da.
Radestkirina keça 10 salî ya bi tena serê xwe ya ji bo Tirkiyeyê di nava civakê de rê li ber nerazîbûnên tund vebûn. Kampanyaya îmzeyan a di meha Hezîranê de ji bo ku Bûket neyê dersînorkirin hatibû destpêkirin 70 hezar kes tevlî bû.
Duh Bûket bi zavayê xwe Îrfan Kok re çû Parlementoya Swêdê û bi berdevka Polîtîkaya Koçberan a Partiya Çep Chrîstîna Hoj Larsne re civiya.
Piştî ku radestkirina Bûketê ya ji bo Tirkiyeyê li ser medyaya Swêdê derket û şûnde Parlementerê Partiya Demokrat Xiristiyan Magnûs Jacobsson pêşnûme pirsek radestî parlemetoyê kir.
Jacobsson Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya Swêdê bibîr xist û got: “Nayê famkirin ku zarokek keç a 10 salî li nava derdorek ewle dijî, bê girtin û cihekî ku ti pratîka wê neyî bê dersînorkirin.”
Morgan Johansson ji Wezareta Edalet û Koçberan li ser pirsa ji bo li ber çav girtina daxwaza rûniştinê ya Peymana Mafê Zarokan çi difikire? pirsî.
Buroya Koçberan a Swêdê ku xwe amade dike keça Kurd a 10 salî radestî Tirkiyeyê bike, di meha Nîsanê de jî Resûl Ozdemîr ê 20 salî ku daxwaza rûniştinê hatibû redkirin, radestî Tirkiyeyê kiribû.