Sûcên şer ên Tirkiyeyê di radyoya Swêdê de hate weşandin

Radyoya Swêdê (Sverîges Radîo-Sr) diyar kir ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê sûcên şer dikin û hin delîlên nû hatine bidestxistin.

Nûçegîhana Rojhilata Navîn a Radîo Sverîgesê Cecîlîa Ûdden diyar kir ku dema Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Qesra Spî bûye mêvan, dîmenên sûcên şer ên çeteyên girêdayî dewleta Tirk derketiye holê.

Hate diyarkirin ku di nîveka meha Cotmehê de wesayîtên bêmirov ên Emerîkayê qirkirina sivîlan qeyd kiriye.

Li gorî nûçeyê di vîdeoyekê de cesedekî sivîlan dixin kaseya kamyonê.

 Di nûçeyê de hate gotin ku “Di nîveka meha Cotmehê de milîsên Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, gule li wesayîta siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef reşandibûn û ew li erdê kaş kiribû.”

Hate diyarkirin ku komên çeteyên bi navê Ahrar al Şarqiya yên girêdayî dewleta Tirk siyasetmedara Kurd qetil kirine û vîdeoyek derketiye holê ku heman komê du Kurdên destgirêdayî jî qetil kirine.