Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

SMJÊ ji bo çalakiyê vê hefteyê banga tevlîbûnê kir -NÛ BÛ

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo çalakiyên vê hefteyê yên li bajarên Hannover, Bîelefeld, Berlîn û Celleyê banga tevlîbûnê kir, ku wê ji bo xwedîderketina li berxwedana Şengalê pêk werin.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) berxwedana xelkê Şengalê bi taybetî jî sekna jinên Êzidî yên li Şengalê bi dilekî germ silav kir.

Di daxuyaniyê de peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ya rêveberiya Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, weke hewldan û qonaxeke nû ya ji bo dagirkirina Şengalê hate pênasekirin û hate destnîşankirin ku divê ew bi berxwedanê bersiva vê yekê bidin.

SMJÊ diyar kir ku civaka Êzidî çi li Şengalê çi jî li derveyî welat, wê ti carî nehêlin ku ewlekariya hundirîn a Şengalê bi destê hêzên derve ve bê hiştin û wiha dewam kir, "Hêza rasteqîn ya ewlekarî û parastinê ya Êzidxanê tenê bi îradeya gelê Şengalê dikare bê tayinkirin. Gelê me baweriya xwe bi YJŞ, YBŞ û Asayîşa Şengalê heye. Ji derve ti hêzeke leşkerî li ser axa Şengalê wê nikaribe bi cih bibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de jinên Êzidî, wê vê hewldana dagirkirina xaka pîroz têk bibin û hate gotin, "Şengal li ber xwe dide, em jî tevlî berxwedana wan dibin. Em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê textê desthilatdaran hilweşînin."

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên ku vê hefteyê li Elmanyayê ji bo Şengalê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê bernameya meş û mîtîngên vê hefteyê wiha ye:

HANNOVER
Dem: 15.- 18. Adarê 2021
Saet: 16:00 – 18:00
Cih: Li pêşiya Haûptbahnhofê

KLEVE
Dem: 16-19'ê Adara 2021
Cih: Parkplatz am Rathaus
Saet: 17:00 - 18:00

BERLÎN

Dem: 17 Adarê 2021
Saet: 11:00
Cih: Li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê

BÎELEFELD

Dem: 16, 17, 18. Adarê 2021
Saet: 16:00 – 18:00
Cih: Li pêşiya Haûptbahnhofê

CELLE
Dem: 19 Adarê 2021
Meşa Navendî