SKYP: Divê tecrîd rabe, bi Ocalan re hevdîtin çêbibe

Koordînasyona SKYP'ê ya Ewropayê berxwedana Leyla Guven slav kir û got, ''Divê muzakereyên bi Ocalan re dîsa dest pê bikin, tecrîda li Imraliyê rabe''.

Koordînasyon SKYP'ê ya Ewropayê têkilî tecrîda li Imraliyê û berxwedana Leyla Guven daxuyanî da.

Di daxuyaniya niviskî ya SKYP'ê de hate gotin, greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din ên siyasî, hem şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan daye ber xwe û hem berxwedana li dijî faşîzmê ye û hem jî bi wê daxwazê ye ku hilbijartin bi şertên demokratîk pêk were. SKYP'ê got, ''Guven çalakiya xwe bi biryardarî didomîne, greva birçîbûnê hatiye ber rewşeke krîtîk. Lê li bara vê qêrîna bêdeng a parlamentereke, jinekê dewlet xwe kerr û kor û lal dike.''
ZIYANÊ DIDE HEMÛ GELAN

Di daxuyaniyê de hate gotin: 

Bi berdewamî hate gotin, ''Daxwazên Leyla  Guven daxwazên me ne. Tecrîda li Imraliyê her wiha tecrîda li ser aştî, demokrasî û azadiyê ye. Û bandorên vê tecrîdê ne tenê li ser Abdullah Ocalan, di serî de Kurd, li her hemû gelên welatê me û herêma me heye.

Xwedîderketina li têkoşîna Leyla Guven, parastina demokrasî û aştiyê ye.''

SKYP'ê bi domdarî xwest ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere dîsa dest pê bikin û tecrîda li Imraliyê were rakirin. 

SKYP'ê herî dawî di daxuyaniya niviskî de diyra kir, heta ku tecrîda li ser Ocalan bidome, wê şer, pevçûn, neçareserî, dubendî berdewam bike, ne tenê yên Kurdan wê mafê hemû çewisandiyan, yên ku di bin zext û zordariyê de ne werin desteser kirin û talana çand û sirûştê wê bidome.