Siyasetmedarên Swêdî: Dema wê ye ku em li dijî Erdogan tevbigerin

Sekreterê Navneteî yê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Johan Hassel û parlamenter Serkan Kose duh ji kovara Arena re daxuyqniyeke hevpar dan û xwestin ku Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyonên li ser HDP'ê helwesteke xurt diyar bike.

Hassel û Kose gotin, ''Erdogan beriya hilbijartina 2023'an dixwaze bi rêbazên ne demokratîk rikberên xwe yên siyasî ji holê rake.''

Sekreterê Navneteî yê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Johan Hassel û parlamenter Serkan Kose di kovara Arena de bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku Yekîtiya Ewropayê li ser girtina siyasetmedarên HDP'ê bibe xwedî helwesteke xurt.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Tenê duh 17 siyasetmedar hatin girtin. Hemû jî endamê partiya me xwişk û bira ya demokratên sosyal HDP'ê ne. Partiya muxalefet pêş dikeve û ji bo ku desthilatê bistîne qaqibo li Erdogan dike. ''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Li ber siha koronayê beriya hilbijartina ku wê 2023'an were kirin Erdogan dixwaze bi rêbazên ne demokratîk rikberên xwe ji holê rake.''

Hassel û Kose gotin rewşa Tirkiye di rewşa alarmdayinê de ye, xwestin ku demokratên sosyal ji bo ku balê bikişînin ser rewşê bi insîyatîvê rabin. Her wiha xwestin ku YE li dijî Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bide û destekê bide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya HDP'ê.