Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk li Bremenê hate girtin

Li bajarê Elmanya Bremenê siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk hate girtin.

Mûstafa Çelîk 11’ê Mijdara 2015’an hatibû girtin û ji 129b yê dihate darizandin.

Çelîk piştî cezayê wergirtî azad bû, beriya du polîsan bi ser mala ku lê dima de girtin. Di serdegirtinê de Çelîk hate destgîrkirin.

Çelîk bi hinceta ku xebatên siyasî didome hate girtin û şandin Girtîgeha Bremenê.

Tê îdîakirin ku Çeîk li Bremen û Hambûrgê beşdarî civînên gel bûye.

Çelîk yê ku sala 2015’an hate girtin, du salan li girtîgehê ma pirsgirêkên cidî yê tenduristiyê heye û divê di nava hefteyê de carekê biçe dixtor û were kontrol kirin.