Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dest bi kampanyayekê kirin

Ji bo bidawîbûna aloziyên piştî sewqiyata leşkerî ya li herêma Garê û şûnde, ji bo aştiyeke navxweyî ya nava Kurdan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî yên li gelek welatên cîhanê dijîn dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.

Piştî hewldanên provakatîf û êrîşên rojên dawî yên hêzên PDK’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şûnde, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî ketin tevgerê. Bi sedan kesên di bin organîzasyona Însiyatîfa Ji bo Yekîtiya Netewî ya li derveyî welat xwe bi rêxistin kiriye hatin ba hev, dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê 1300 kesî kampanya îmze kiriye.

Sibe saet 13:00’an ji bo ragihandina kampanyayê bi rêya onlînê wê civînek çapemeniyê bê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya ku wê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî yên li Ewropa, Asya û Emerîkayê dijîn tevlî bibin, ji bo bidawîbûna aloziyên li Başûrê Kurdistanê wê bang bikin.

‘AŞTIYA NAVXWEYÎ WÊ AZADIYÊ BÎNE’

Tê payîn ku nêzî 40 kes tevlî civîna çapemeniyê bibin. Civîna çapemeniyê ya ku bi taybet çapemeniya Kurd hatiye vexwendin, wê li ser bernameya zoom yên bixwazin bişopînin û pirs bikin jî dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigihînin: [email protected]

Di banga civîna çapemeniyê de ev derketin pêş: “Fikarên me ji sewqiyata rojên dawî yên ji Hewlêrê ber bi herêma Garê ve hatin kirin hene. Tevî bangên siyasetmedarên Kurd ji bo bidawînebûna vê aloziyê em Kurdistaniyên derveyî welat, daxwaz dikin ku demildest dawî li vî agirê ku wê mala her kesê bişewitîne bînin. Ji ber ku ev alozî ne aloziya navbera aliyan e. Em bang li her kesê dikin ku; ‘Şerê navxweyî wê karesat, aştiya navxweyî jî wê aştiyê bîne’ bikevin tevgerê.”