Sîxurî li Danîmarkayê bûye cihê fikaran

Servîsên îstîxbaratê yên Danîmarkayê (PET) bi raporekê fikarên xwe yên li er karên sîxuriyê yên li welêt zêde bûne, parve kir. Şefê servîsa îstîxbarata leşkerî jî ji ber sîxuriyê hate girtin.

Li gorî medya Danîmarkayê di rapora PET de hate gotin, "Dewleteke biyanî bi rengekî çalak li dijî Danîmarkayê karên îstîxbaratê dike û salên dawî gefa sîxuriyê zêde bû."

Hate ragihandin ku gefa herî zêde li ser herêmên xweser ên Danîmarkayê Giravên Graoe û Gronlandê heye.

Li gorî raporê gefa bingehîn jî ji Rûsya, Çîn û Îranê tê. Şefê kontrespoyonaj (îstîxbarata dijber) a PET'ê Anders Henrîksen ji rojnameya Polîtîkenê re axivî û got, "Çîn ji bo teknolojiya pêşketî û agahiyê werbigire, gelekî hewl dide."

Henrîksen anî ziman ku gef di hin hevdîtinên navbera zanîngehan de bi rengekî veşartî tên xwarin û got, "Hin cûreyên lêkolînê hîn di asteke zû jî de bin, ji bo armancên leşkerî dikarin bên bikaranîn û bibin pirsgirêk."

Bi destpêka havînê re rojnameya Polîtîkenê eşkere kiribû ku li Danîmarkayê herî kêm 30 lêkolîner di çarçoveya bernameya 'Hezar hunerê' ya Çînê de hatine perwerdekirin.

Her wiha şefê îstîxbarata leşkerî ya Danîmarkayê Lars Fîndsen bi hinceta ku belgeyên veşartî belav kiriye, meheke girtî ye. Têkildarî lêpirsîna dijî Fîndsen biryara nepenîtiyê hate dayin.