Sîmonnet: Ji bo aştiyê divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

Berdevka Neteweyî ya La France Însoûmîse ku mezintirîn rêxistinbûna çep a li Fransayê ye Danîelle Sîmonnet serdana çalakgerên greva birçîbûnê ikr. Sîmonnet diyar kir, berxwedana gelê Kurd a li dijî faşîzmê, mînak e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê roja 31'ê li pey xwe hişt û piştgiriya ji bo çalakiyê ya li qada navneteweyî roj bi roj zêde dibe. Ji rêxistinbûna France Însoûmîse (Fransa ya serî natewîne) ya bi pêşengiya Jean-Lûc Mêlenchon, parlamenter, hilbijartî û namzetan destek dan çalakiyê.

Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê ya Partiya Çep (PG) Danîelle Sîmonnet ku ji pêkhateyên France Însoûmîse ye serdana çalakgeran kir û bi navê partiya xwe piştgirî da berxwedêran.

Sîmonnet bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, ev helwest helwesta hevpar a zêdeyî 10 hezar şoreşgerên Kurd ên dîlgirtî ne.

HEDEFA DÎKTA ERDOGAN, TINEKIRINA PROJEYA ROJAVA YE

Danîelle Sîmonnet ragihand, polîtîkayên Erdogan dîktatorî, faşîst, neteweperest û paşverû ne û got, "Kurd ew hêz in ku yên herî xurt li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û hevalbendên herî baş ên Fransayê ne. Tirkiyeya Erdogan gefa êrîşê li Rojava dixwe û xwe amade dike ku êrîş bike. Li Rojava projeyeke rasteqîn a demokrasiyê, aştî û pirrengiyê heye. Ev proje projeyeke sosyalîst, ekolojîk û femînîst e." Sîmonnet anî ziman, êrîş ji bo tinekirina vê projeyê ye.

DIVÊ NAVÊ PKK'Ê JI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÎST' BÊ DERXISTIN

Danîelle Sîmonnet ragihand, divê êrîşeke gengaz a Tirkiyeyê teqez bê rawestandin û got, pêwîste konferanseke aştiyê ya navneteweyî pêk were.

Sîmonnet da xuyakirin, şertê destpêkê yê konferanseke wiha divê naskirina Kurdan be û bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê kir ku navê PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' derxîne. Sîmonnet herî dawî diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo Kurdan wê dewam bike.