SETA'yê gelek siyasetmedarên Swîsrî jî kirin hedef

SETA ku mîna tora sîxûriyê ya rejîma AKP'ê dixebite, Endamê Desteya Hevgirtinê ya Konseya Mafê Mirovan a NY'yê Jean Zîegler jî di nav de gelek siyasetmedarên Swîsrî kire hedef.

Saziya bi navê SETA'yê (Weqfa Lêkolîna Siyasî, Aborî û Civakî), di raporekê de ya bi navê ''Li Ewropayê sazûmaniya PKK'ê'' endamê Desteya Hevgirtinê ya Mafê Mirovan a NY'yê Jean Zîegler jî di nav de, gelek siyasetmedarên Swîsrî kire hedef.

XEBATKARÊ NY'YÊ KIRE HEDEFÊ

Yek ji wan kesê  ku hedef hatiye nîşandan jî hevalê nêz ê lîderê şoreşger ê Emerîkaya Latîn Ernesto Che Guevera û endamê Desteya Hevgritinê ya  Konseya Mafê Mirovan a NY'yê (Neteweyên Yekbûyî), siyasetmedarê navdar ê Swîsrî Jean Zîegler e.

Zîegler 2017'an di hevpeyvînekê de ku ji ANF'ê re axivîbû, gotibû, ''Heke CHE sax bûya wê li nav refên PKK'ê şer bikira. PKK tevgereke azadiyê ya rewa û legel e''. SETA'yê ev gotina Zîegler bi kar anîn û rasterast kire hedef.


HEMÛ SIYASTMEDARÊN KU JI ANF'Ê RE AXIVÎN BÛNE HEDEF

Di raporê de saziyên Kurdan ku bi statûyeke yasayî li Swîsreyê kar dikin mîna saziyên îllegal hatin nîşandan, her wiha parlamenterên ku li ser meseleya Kurd şiyar in, gelek siyasetmedarên Swîsrî hatin deqandin.

Di raporê de vegotina ramanên li dijî DAÎŞ'ê yên siyasetmedarên Swîsrî mîna hêmane sûc hate dîtin, li ser rexneya binpêkirina mafê mirovan a li ser  Tirkiyê jî hate gotin, ''Dijminatiya li Tirkiyê.''

Çend kesên ku di raporê de hedef hatine nîşandan:

Şaredarê berê yê Cinêvê Remî Paganî

Parlameterên Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst (SP) Mustafa Atici û Edîbe Golgelî

Berpirsa Maseya Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Swîsreyê Maya Heuschmann

Parlametnerên Parlamentoya Netewî yên SP'ê Hans Steffen, Marget Kîener Nellen, Clhaudîa Frîedl

Serokê Kantona Baselê ya SP'ê Brîgîtte Hollînger.