Ji bo hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) ê ku li nexweşxaneya Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk sersaxî hate danîn. Sersaxî di roja sêyemîn de bi dawî bû. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, malbat û dostên wî tevlî sersaxiyê bûn.
Di sersaxiyê de biraziyê Hecî Ehmedî, Hecî Şoreş axaftina spasiyê kir.
Piştre Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs mafê axaftinê girt û got ku Hecî Ehmedî jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd feda kiriye. Karamûs destnîşan kir ku bi taybet bi helwesta xwe ya siyasî, hişmendiya neteweyî û rêxistinbûna xwe şopeke girîng hiştiye. Karamûs diyar kir ku Hecî Ehmedî di têkoşîna xwe ya ku di temenekî biçûk de destpê kir, bi fedakarî xebitî û di siyaseta Kurd de helwestekî dîrokî pêşkêş kir.
Hate ragihandin ku ji bo Hecî Ehmedî di 30’ê Adarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê bê lidarxistin. Hate diyarkirin ku çalakî li salona Saal 2000 were lidarxistin.