Serokwezîrê nû yê Fransayê François Bayrou ye
Li Fransayê piştî ku hikumet di 4'ê Kanûnê de ket Macron ji bo serokwezîrtiyê François Bayrou hilbijart.
Li Fransayê piştî ku hikumet di 4'ê Kanûnê de ket Macron ji bo serokwezîrtiyê François Bayrou hilbijart.
Li Fransayê, piştî ku hikumeta Michel Barnier kuk nekarî dengê pêbaweriyê di 4'ê Kanûnê de werbigire û ket, Serokkomar Emmanuel Macron ji bo Serokwezîrtiya Fransayê François Bayrou tayîn kir. Piştî civîna 2 saetan a li Qesra Eylseeyê biryara Macron hate ragihandin.
Fransa ya serî natewîne (la France Insoumise -LFI) ku li bloka çep e, diayr kir ku wê dengê nebaweriyê di rewşa nû de pêşniyar bike. Desteya Wezîran a Bayrou wê rojên bê, were eşkerekirin. Lê belê hîn nediyar e ku parlamenter dengê erê bidin hikumeta nû yan na. Parlamenta heyî bi sê blokên cuda parçe bûye.