Serokkomarê Elman: Ev ne şer e, ev testa mirovahiyê ye
Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier têkildarî pandemiya Covîd-19 daxuyaniyek da û berevajî Serokkomarê Fransayê got, "Ev ne şerek e, ev testa mirovahiyê ye."
Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier têkildarî pandemiya Covîd-19 daxuyaniyek da û berevajî Serokkomarê Fransayê got, "Ev ne şerek e, ev testa mirovahiyê ye."
Steinmeier ku kêm caran ji televîzyonê re diaxive, di axaftineke xwe de got, "Nexêr, pandemî şerek nîne. Netewe li ber neteweyeke din ranabin, leşker li ber leşkerên cuda ranabin. Ev testeke mirovbûna me ye."
Serokkomarê Elman diyar kir ku vê krîzê "aliyên herî baş û aliyên herî nebaş" ên mirovan raxistiye pêş çavan û bi gotina "Em nîşanî hinekî din bidin ku di nava me de yên baştir hene" bang li welatiyên xwe kir.
Steinmeier got, "Ji kerema xwe re vê yekê li Ewropayê jî nîşan bidin" û destnîşan kir eger cîran bi xurtî ji nava vê krîzê rizgar nebe, Elmanya jî wê nikaribe jê rizgar bibe.
Serokkomarê Elman got, "Em Elman ne tenê hatin vexwendin ku li Ewropayê piştevaniyê bikin, ji xwe em neçar in vê bikin."
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron meha Adarê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew li dijî pandemiyê di şer de ne û pêkanînên mayina li malê li tevahiya civakê belav kiribû.