Serokê Plaîd Cymrû serdana Îmam Şîş kir

Serokê yek ji mezintirîn partiya Gallerê Plaîd Cymrû Adam Prîce seriyek da Îmam Şîş, ê ku di greva birçîbûnê de ye. Prîce got, ‘’Tecrîda li ser lîderê Kurd Ocalan, nayê qebûlkirin.’’

Serokê mezintirîn partiya sêyan a Gallerê Adam Prîce û şandeya gel wî li bajarê Newportê seriyek da aktîvîstê Kurd Îmam Şîş, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 84 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Prîce ku peyamên hevgirtinê ya partiya xwe ragihandî, ji Şîş re got, ‘’Bira û hevrêyê min’’.

 ‘TECRÎDA LI SER OCLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Prîce got ew li cem berxwedêrên grevê ne û diyar kir, dive her kes guh bide vî dengî

Prîce wiha got:

‘’Ez li ser navê xwe û partiya xwe dixwazim diyar bikim ku em li pişt greva birçîbûnê ne, ya ku li hemû devera cîhanê didome. Birayê min û hevrêyê min Îmam Şîş ku li Gallarê di greva birçîbûnê de ye û grevkarên din ên birçîbûnê jib o ku tecrîda li ser lîderê Kurd Abdullah Ocalan rabe bi daxwazeke mirovî û hiqîqî çalakiyên xwe didomînin. Ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştî çareser bibe dewleta Tirk bi lezginî divê gavan bavêje. Em dive dengê birayên xwe yên grevkarên birçîbûnê bidin bihîstin. Heke yek kes ji demokrasiyê û mafê mirovan bêpar be, ev tê maneya ku em hemû jê bêpar in. Nayê qebûlkirin ku Ocalan ji mafê xwe bêpar be.’’

PLAÎD CYMRÛ

Plaîd Cymrû ku tê maneya Partiya Galalrê, piştî Partiya Karkeran û Partiya Muhafazekar mezintirîn partiya sêyan a Gallarê ye. Partiya ku dixwaze Gallar ji Qralîyeta Yekbûyî serbixwe bibe, 1925’an ava bû. Plaîd Cymrû li Meclîsa Xweser a Gallarê 11 kursiyê wê hene, ku tevahî 60 kursî li meclîsê hene. Li parlamentoya Qralîyeta Yekybûyî 4, li Parlamentoya Ewropayê jî 1 parlamenterê wê hene.