Seroka MPKE'yê: Divê biryar bêkêmasî were bicihanîn

Seroka MPKE'yê got berdana Leyla Guven baş e û domand, ''Lê ji Tirkiyê hêviya me ew e ku biryarên maqûl ku duh me li MPKE'yê standin bêkêmasî werin bicihanîn''.

Seroka MPKE'yê Lîlîane Maury Pasquîer li ser pirsên ku jê hate kirin got, ''Em pê agahdar bûn ku Leyla Guven hatiye berdan û divê diyar bikim ku mirov bi vê kêfxweş dibe. Hêvî dikim ku di demeke nêz de rewşa tenduristiya wê baş bibe.

Bendewariya me ji Tirkiyê ewe ku biryarên maqûl ku duh me MPKE'yê standin bi temamî werin biihanîn. Em li benda vê ne, ji ber ku di serî de hemû parlamenterên girtî divê werin berdan. Dicvê cihê parlamenteran ne girtîgeh be. Divê peywirên xwe bi azadî bi cih bînin. Raportorên Tirkiyê yên MPKE'yê jî li ser vê behsê peywirên xwe li gor ya hewce, bi karîgerî û bi maqûlî dikin û em jî wan dişopînin.''

TÊ XWESTIN KU TECRÎD WERE RAKIRIN
Li Konseya Ewropayê duh di raporê de ya ku têkilî greva birçîbûnê ya Leyla Guven bû û hatibû pejirandin, biryara pêşniyarê hatibû kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.