Seroka Şaredariya Parîs Cordebar serdana berxwedêrên grevê kirin

Seroka Şaredariya Semta 10’an a Parîsê Alexadera Cordebar, serdana berxwedêrên li Komeleya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT) di grevê de ne kir.

Seroka Şaredariya Semta 10’an a Parîsê Alexadera Cordebar, serdana endamê Konfederasyona Koçberên Hejar a Ewropa (AvEG-Kon) Ozkan Ozdemîr ê 50 roj in di grevê de ye kir. Li gel Ozdemîr nûnera Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Yekbûn Eksen, Nûnerê Avrupa Young Struggle Bîlen Ceylan û 2 çalakvanên grevê Cordaber pêşwazî kirin.

Cordebar di dema serdanê de li ser rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê agahî girtin, li ser mijarê pirsên bê ka wê di warê hiqûqî de çi bikin hate pirsîn.

Di serdanê de Ozdemîr ji bo Cordebar li ser rewşa grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê didomin yek bi yek agah da.

Cordebar anî ziman ku rewşa Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Cordebar diyar kir ku pêşegiya vê çalakiyê ya ji aliyê jinekê ve kirin ji bo wê girîng e û peyama piştevaniyê ji bo Leyla Guven da.

Cordebar anî ziman ku wê mijarê bi serokên şaredariya Mezin a Parîsê, konseyên wê, dîsa serokên komên partiyên cihê re nîqaş bikin.

Cordebar li ser êrîş û şideta dewletê ya li hember dayikan jî axivîn û got: “Dayik wê mafê xwe biparêzin. Spasdariyên xwe pêşkêşî van dayikên ku serhildêr û helwestên xwe nîşand didin dikim.”

Cordebar da nîşandan ku wê ji niha û şûnde çalakiyên grevên birçîbûnê hê zêdetir ji nêz ve bişopîne, li ser rewşa tenduristiyê ya çalakvanan jî agahî girt.