Serdanên ji bo greva Strasboûrgê didomin

Serdanên ji bo berxwedêrên li bajarê Strasboûrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 148 roj in di grevê de ne, dewam dikin.

Berxwedana 14 endamên Însyatîfa ji Ocalan re Azadî yên ji 17’ê Kanûna 2018’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 148 roj in di grevê de ne, her roja diçe rewşa wan a tenduristiyê xirab dibe. Îro kontrola heftane a rûtîn a çalakvanan hate kirin.

Serdanên Kurdistaniyên li welatên Ewropa, dîsa gelên Tirkiyeyê û Mezopotamyayê li gel dostên Kurdan ên Ewropî tevahiya rojê ji bo çalakvanan dom kirin.

Li gel Kurdistaniyan endamên Rêveberiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîka (NAV-BEL) komek Kurdistanî ber xwe dan Strasboûrgê û serdana çalakvanan kirin.

Şemê Agirman a li vir axivî diyar kir ku wek dayikekê ji bo xwedîderketina dayikên girtiyan, çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li kolananin bang kir. Agirman anî ziman ku divê Kurdên li Ewropa deng bidin vî dengî.