Serdanên ji bo greva li Strasboûrgê didomin

Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku roja 26’an jî li pey xwe hiş dewam dike, li gel akademîsyen Dr. Osman Îsmaîl ê li Londonê dijî, ji gaziyên Rojava Şoreş Serêkaniyê bi armanca li dijî tecrîdê serdana Strasboûrgê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan li Strasgoûrgê hatibû destpêkirin roja 26’an jî li pey xwe hişt. Tevahiya rojê endamên meclîsên gel ên ji bajarên Dortmûnd, Mannheîm û Kîvel ên Elmanya , bajarê Bergenz a Evûstûrya û bajarê Lyon ê Fransa serdana çalakiyê kirin. Kesên hatin serdanê daxwaz ji Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Êşkenceyê (CPT) kir ku bi erka xwe rabin û peywira xwe bi cih bînin.

GAZIYÊ ROJAVA DESTEK DA

Di nava kesên hatin serdana grevê de gaziyê bi navê Şoreş Serêkaniyê yê di pêngaveke ya azadirina Rojava de birîndar bûbû jî hebû. Şoreş Serêkaniyê yê tevlî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bûbû, bal kişand ser tesfiyeyên li gelemperiya cîhanê ya li dijî çepgir, şoreşger û welatparêzan, li dijî vê divê li her derê têkoşîn bê kirin.

Serêkaniyê bal kişand ku berxwedana li girtîgehan girîng e, banga xwedîderketina grevên bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpêkirin û li tevahî zindanan belav bûye, kir.

JI INGILTEREYÊ HATIN STRASOBÛRGÊ Û PIŞTGIRÎ KIRIN

Duh di nava kesên ji bo serdanê hatin de, Dixtorê Hiqûqa Navneteweyî Osman Îsmaîl ê li Ingiltereyê dijî jî hebû.

Dr. Osman Îsmaîl anî ziman ku ew tecrîda li ser Ocalan napejirînin, bal kişand ser aliyê aştiyane yên grevên birçîbûnê yên li dijî vê hatine destpêkirin. Dr. Îsmaîl anî ziman ku li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê tê kirin.