Serdanên ji bo çalakgerên Berlînê didome

Îro li Berlîna Elmanyayê gelek kes hatin serdana çalakger Mele Mûstafa Tûzak, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê û Şiyar Xelîl ên ku di greva birçîbûnê de ne.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana greva birçîbûnê li Berlînê jî didome. Çalakger Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl di greva birçîbûnê de ne. Îro jî gelek kes hatin serdana çalakgeran.

Kurd îro ji bajarên Kassel, Gottîngen, Bochûma Elmanyayê û ji Danîmarka û Swêdê hatin serdana çalakgeran û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana greva birçîbûnê.

Li ser navê nûnertiya PYD’ê ya Elmanyayê îro komek kes hatin serdana çalakgeran û diyar kirin ku ev berxwedan tê wateya berxwedana gelên li Rojava û Sûriyeyê jî.

Duh jî Hozan Şahtûrna û Hozan Şîyarhatibûn serdana çalakgeran û peyamên piştgiriyê dabûn.

Li ser navê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) siyasetmedar Arap Karaûman jî hate serdana çalakgeran. Karadûman bi çalakgeran re sohbet kir û got ku “Têkoşîn û çalakiya we, ya me ye jî. Em dizanin wê berxwedana we bi ser bikeve.”

Li Berlînê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin Mele Mûstafa Tûzak 127 roj, Şiyar Xelîl 114 roj, Cemal Kobanê û Cemal Bagdûr jî 111 roj in di greva birçîbûnê de ne.