Sendîkayên li Fransayê wê 7'ê Adarê bikevin grevê

Sendîkayên li Fransayê li dijî reforma teqawîtbûnê, amadekariyan dikin ku 7'ê Adarê bikevin greva giştî.

7'ê Adarê wê li Fransayê li dijî reforma teqawîtbûnê cara heftemîn greva neteweyî bê kirin.

Ji meha Çileyê û vir ve bi milyonan kes dadikevin qadan. Wezîrê Ragihandinê Clement Beaune diyar kir ku 7'ê Adarê wê bibe 'yek ji rojên herî zehmet' ên ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve.

Wezîr ji televîzyona France 3 re axivî û got, grev wê bandoreke 'gelekî giran' li tevnên ragihandina cemaweriyê bike.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kar a Giştî (CGT) Philippe Martinez diyar kir ku ew ê tevgera civakî berfireh bikin.

Martinez ji rojnameya Journal du Dimanche re axivî û got, "Em vîtesê bilind dikin. Êdî dora Serokkomar e. Vekişîna vê reformê di destê wî de ye. Emmanuel Macron bi inat jî be em ê dest jê bernedin."

Ajokarên qemyonan ku di çalakiyên destpêkê yên dijî reforma teqawîtiyê de bêdeng bûn, diyar kirin ku wê tevlî çalakiya 7'ê Adarê bibin. Tê payin ku li ser rêyan çalakiyên blokajê bêne lidarxistin. Her wiha tê payin ku bandoreke giran li lojîstîkê bike.

Grev wê li gelek sektorên mîna rêyên hesinî, ragihandina civakî, enerjî, pîşesazî û perwedeyê pêk were. Ta payin ku di roja grevê de li tevahiya welêt herî kêm 325 çalakî bêne lidarxistin.

Sendîka ji hikumetê dixwaze ku projeya reformê betal bike ku dixwaze temenê teqawîtbûnê ji 62'an bike 64 salî. Di 31'ê Çileyê de zêdeyî 2.5 milyon kes tevlî roja çalakiyê ya neteweyî bûbûn.