Sendîkayên Îngilîz ji bo Ocalan kom dibin

Li Kralîyeta Yekgirtî sendîkayên ji bo azadiya Ocalan kampanyayekê dimeşînin, wê mîtîngeke dîjîtal li dar bixin. Sendîkayan gotin: “Êdî dem hatiye.”

Li gorî rêveberên kampanyaya “Freedom for Ocalan” wê di 16’ê Tîrmehê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngeke dîjîtal li dar bixin.

Wê mîtîng ji aliyê Sekretera Berê ya Yekîtiya Mamosteyên Neteweperwer Chrîstîne Blowe û dîrektorê navneteweyî yê sendîkaya Unîte Sîmon Dûbbîng were birêvebirin.

Kampanya "Azadî ji Ocalan re" sala 2016'an ji aliyê sendîkayên Unîte the Ûnîon û GMB'ê ve hatibû destpêkirin.

Ûnîte the Ûnîon li Îngilistan û Gallerê xwedî 1.5 milyon endaman e, Sendîkaya GMB'ê jî xwedî 800 hezar endaman e.

Kampanya îro ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU tê birêvebirin a ku bi milyonan endamên wan hene.

Dûbbîns gotku “Ocalan emrê xwe ya mafên jinan û demokrasiyê. Wî di girtîgehê de di nav şertên tecrîdê de pirtûkên gelekî baş nivîsand.

Di civîna li ser înternetê de wê Parlementerê Partiya Karkeran Lloyd Rûssel-Moyle û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya TSSA’yê Manûel Cortes biaxivin. Lloyd payîza borî di nav heyetê siyasetmedarên Brîtanyeyê de bû, ev heyet çûbû Rojava. Manûel Cortes jî tevlî nav delegasyona aştiyê ya Îmraliyê ya di sala 2019’an de bûbû.

Wê sendîkavan, siyasetmedarên Kurd û Îngîlîz ên li welatên cihê tevlî vê mîtîngê bibin.

Mirov wê karibin li ser vê navnîşanê tevlî mîtînga di 16’ê Tîrmehê de bibin.