Sendîkaya perwerdehiyê ya Elman: Divê piştgiriya perwerdehiya li Rojava bê kirin

Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (GEW) ji wezîrên karên derve û pêşveçûnî ya Elman re name şand û banga “Piştgiriya perwedehiya li Rojava bikin” li hikûmeta Berlînê kir.

Seroka Sendîkaya Perwerdehî û Zanistê (GEW) ku bi nêzî 300 hezar endaman yek ji sendîkayên Elmanya ya herî li pêş tê ye, Maîke Fînnern, name ji Wezîra Karên Derve Baerbock û Wezîra Pêşveçûnê Svenja Schûlze re şand.

Seroka GEW’ê Fînnern êrîşa dewleta Tirk a dagirker a ku roja 18’ê Tebaxa 2022’an li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç a li Hesekê pêk anî, bi tûndî şermezar kir û ji her wezîran xwest ku ji bo perwerdehiya li Rojava bikevin nav liv û tevgerê.

Fînnern bi bîr xist ku li dibistana li Hesekê ya hatibû bombekirin de 4 zarok hatibûn qetilkirin û 11 jî birîndar bûbûn û bal kişand ku ew dibistan di sponsortiya Neteweyên Yekbûyî de bû.

BANGA ‘ÊRÎŞAN BI ZIMANEK TUND ŞERMEZAR BIKIN’ LI WEZÎRAN HATE KIRIN

Seroka GEW’ê Fînnern diyar kir ku li cihekê ku ewlehî lê nebe, dibistan û perwedehî ne bi sûd e û ev bang li Baerbock û Schûlze kir: “Ji xwe li herêmên êrîş li ser tên kirin, perwerdehî bi derfetên zehmet tê dayîn. Êrîşên bi vî rengî, perwerdehiyê asteng dike. Lewma Em dixwazin ku hûn endamê NATO Tirkiyeyê yê ku qanûnên navneteweyî binpê kir û ev êrîş pêk anî, di bi şêwazek tund rexne bikin.”

DIVÊ PIŞTGIRIYA MODELA PERWERDEHIYA LI ROJAVA BÊ KIRIN

Fînnern di dewama nameya xwe de destnîşan kir ku ew weke GEW ji bo pergala perwedehiya li Rojava hê bêhtir pêş bikeve, bi Yekîtiya Mamosteyan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixebitin û bal kişand ser van xalan: “Perwerdehiya li Rojava di hemû zimanan de û li ser esasê wekheviya di navberan zayendan de, tê dayîn. Lewma divê ev modela perwerdehiyê li qada navneteweyî bê naskirin û piştgiriya wê bê kirin.”