Sendîkaya ku xwedî sed hezaran endam li rojnameyê îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ da

Sendîkaya li Swîsre ku xwedî sedhezaran endame li rojnameya ku derdixin, îlana ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, da.

Di çarçoveya pêngava ‘dem hatiye’ ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, mîna li gelek cihan li Swîsreyê jî li rojnameyekê îlan hate dayîn.

Sendîkaya Unia ya ji 16 federasyon û 380 hezar endamên wê yên tomarkirî hene, li rojnameya karkeran a derdixe îlana ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, tam rûpel weşand.

Rojnameya mijara gotin bi sê zimanan û li her kantonê bi rêya postayan ji bo endamên wê tên şandin.

12’ê Sibatê bi heman daxwazê li Rojnameya Saffron Walden Reporter, Inlington ile Hackney Gazette ya li Îngîltereyê weşandê dike îlan hatibû dayîn.

11’ê Sibatê li Rojnameya Barking and Degenham News a li Îngîltere weşanê dike, dîsa heman rojê li li rojnameya Il Manifesto ya ku yek ji rojnameyên herî baş û tê nasîn rûpelek xwe tam ji bo îlanê veqetandibû.

11’ê Sibatê sendîkaya UNITE û GMB ên herî mezin ên Îngîltere ji bo rojnameya Newham Recorder rûpelek tam îlan dabû û gotibû: “Dem hatiye ku dawî li tecrîda der mirovî ya li ser Abdullah Ocalan û 20 sal in girtiye bînin.”