Senator Lourence Cohen: Tirkiye terorîzmê fînanse dike

Endama Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) senator Laurence Cohen ku ji Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Drîan re name şand. Cohen di nameyê de balkişand li ser biryara rawestandina hesabên bankayê yên rêveberên CDK-F ku di dema serdana wezîr a Tirkiyeyê de.

Cohen bibîrxist ku hesabên bankayê yên rêveberên CDK-F bi navê ‘têkoşîna li dijî fînansekirina terorîzmê’ hatine rawestandin û got ku biryar gelek xirab e.

Senator Lourence Cohen diyar kir ku Tirkiye rêveberên saziyên Kurd ên li Fransayê sûcdar dike û got Tirkiye bi xwe terorîzmê fînanse dike. Cohen wiha domand; “Divê di mijara fînansekirina terorîzmê de em bibîr bînin ku, derbaskirina petrola DAÎŞ’ê di nava sînorên Tirkiyeyê de dihate kirin; ne di sînorên ku di destê Kurdan de.”

Cohen diyar kir ku gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya ye û bedelên giran daye û got, di heman demê de Tirkiye muttefîkekî herî girîng ê DAÎŞ’ê bû.

Cohen got ku dadgeha Fransayê bixwe qebûl kiriye ku destê MÎT a Tirk di  qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a 9’ê Çileya 2013’an de heye.

Cohen bibîrxist ku meha Sibatê weke zêdetirî 40 parlamenterên ji partiyên çepgir û rastgir daxuyaniyek hevpar ragihandine û piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dikin.

Cohen di dawiya nameyê ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna Kurdan avakirina Koma Dostên Kurdan li ser navê parlamenteran ji bo nirxandina politîkayên krîmînalîzekirên li dijî siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan daxwaza hevdîtinê kiriye.