Semfoniya Welat bi coşeke mezin hate nîşadan
Li Brûkselê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan û Enstîtûya Kurd Semfoniya Welat bi beşdariya gelek hunermend hat nîşandan.
Li Brûkselê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan û Enstîtûya Kurd Semfoniya Welat bi beşdariya gelek hunermend hat nîşandan.
Bi pêşegtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û Enstîtûya Kurdî ya li Brûksel Semfoniya Welat ku ev demek dirêje ji hêla Tev-Çand a Ewropa ku geleke hunermendên Kurd di nav de cih digrin û gotinên semfoniyê ji hêla girtiyê siyasî Selahedîn Demirtaş ve hatine nivîsandin, li bajarê Brûkselê di galayeke bi coş de hate nîşan dan.
Galaya ku li Hotela Tangla di saet 18:00'an danê êvarê bi beşdariya sedan kesên hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr û hunerhezan ve destpêkir, heya seet 10:00 şevê dom kir.
Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs axaftin kir. Karamûs got: “Ez li ser navê xwe û li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan spasî û destxweşiya xwe ya ji bo tevayî kesên ku ked û xebata wan di berhemeke wisa bi nirx de derbas bûye, wan dikin. Ji bo xebatên çand û hunerê me gelek têkoşîn kir. Ji ber vê çendê jî em pir nirx didin kar û xebatên bi vî rengî. Ji ber ku dijmin di her warî de dixwaze çand, ziman, dîrok û hunera me têk bibe û pûç bike. Ji ber vê çendê jî berhemeke wisa ku ji bo yekrêziya Kurdistanî pir girînge, ji bo me bi nirx û watedar e.”
Piştî axaftina hevserokê KNK'ê Semfonî bi riya projektor hate nîşandan û di berdewamî de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axaftin kir û wiha got: “Di nava çanda Kurdî de cihê gotin û cihê ahenga muzîkê pir mezine. Ji ber ku me gelek tişt ji çanda xwe bi muzîk û stranên xwe heya bi roja îro aniye. Eger Kurdan heya astek hatibin û çanda xwe heya îro anî bin jî, beşeke mezin deyndarê stran û gotinên Kurdî ne. Di vê şeva me ya muzîkê de parçeyek ji girtîgehê jî heye. Ew jî qala girtîgehan dike, bi taybet qala Rêber Apo dike. Raste Rêber Apo di girtîgehê de ye, lê gelek dewlet û civat hêviyê ji Rêber Apo dikin. Ji ber ku kampanyayeke mezin ji bo azadiya Rêber Apo dimeşe û lazime bi her awayî di serî de Rêber Apo, em xwedî li tevayî girtiyên siyasî derbikevin. ji ber ku azadiya wan azadiya me ye.
Piştî wê amadekarê Orkestrayê hunermend Diyar Dersim axaftin kir û ev tişt gotin, “Ez bixêr hatina we dikim, bi amadebûna we pir bi kelecan im. Ji bo amadekirina 9 deqe klîbê tam 9 mehe em pê re mijûl in. Di destpêkê de dema ev xebat hate ber me, em tişteke hurik difikirîn lê xebateke pir mezin û berfireh bû. Hunermendên ji her çar hêlên Kurdistanê di berhemeke wisa de cih girtin.”
Şefê orkestrayê yê navdar ê cîhanê Grzegorz Piotrowski yê Polonî ku ji Semfoniya Welat re rêvebertî kiriye jî qala xebatê kir. Ew pêşî keyfxweşbûna xwe ya bi naskirina hunermendên Kurd re anî ziman û got, “Gelek ji huner û çanda Kurdan bandor bûm. Di cîhana me ya îro de di her warî de civak ji hev hatine dabeşkirin, ji hev hatine veqetandin. Lê tenê muzîke ku tevayî mirovan di bin yek ahengê de dihewîne. Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku li pêşberî we me û di xebateke wiha watedar de cih digirim. Ez bi hêvîme ku di salên were de tevî hunermendên Kurd re li Poloniya li cihên herî xweş yên dîrokî bi hev re di semfoniya muzîkê de werin gel hev.”
Piştî wê jî peyama Selahedîn Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrne ji bo şevê rêkiribû hate xwendin û di dawiya resepsiyona galaya Semfoniya Welat de jî rojnamevanê Ermenî Hayko Bagdat axaftina xwe kir û dilxweşiya xwe ya bi naskirina gelê Kurd û doza Kurd re anî ziman. her wiha pêdiviya girîngiya domandina dostaniya di navbera gelan de anî ziman.
Piştî axaftinan, hunermend Denîz Deman û Hozan Comert çend stran gotin û piştre gala bi dawî bû.