Seehofer: Bi sala nû re em ê dest bi vegerandina Sûriyeyiyan bikin

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê diyar kir ku di sala 2021'ê de wê dest bi vegerandina penaberên Sûriyeyî yên sûcdar û metirsîdar bikin.

Tevî li şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi temamî neqediya ye û hîn aramî lê misoger nebûye, hikumeta Elman a federal amadekariyan dike ku plana xwe ya ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî bixe meriyetê. Çend roj berê bi beşdariya Wezîrên Karên Hundir ên 16 eyaletan Konferansa Wezîrên Karên Hundir pêk hat. Di wê civînê de biryar hatibû dayin ku dema qedexekirina dersînorkirina Sûriyeyiyan neyê dirêjkirin.

Piştî vê biryarê ku Wezîrên Karên Hundir ên Eyaletan li ser nakok bûn, Wezîrê Karên Hundir ê Federal Horst Seehofer axivî û diyar kir ku biryara dersînorkirina ber bi Sûriyeyê ve wê ji 1'ê Çileya 2021'ê û pê ve bikeve meriyetê.

Seehofer ku endamê Yekîtiya Civakî ya Xirisityan (CSU) ye, roja Yekşemê ji rojnameya "Bîld am Sonntag" re têkildarî plana vegerandina Sûriyeyiyan axivî.

'EM Ê YÊN SÛCDAR Û METIRSÎDAR BIŞÎNIN'

Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku ew bi Serokê Daîreya Penaberan û Koçberan a Federal re axiviye û jê xwestiye ku dosyaya kesên ber bi Sûriyeyê ve bên dersînorkirin yek bi yek binirxînin û ragihand ku wê penaberên sûcdar û metirsîdar dibînin bişînin.

Seehofer diyar ki rku vegerandina Sûriyeyiyan li welatê wan pêvajoyeke dirêj û bi zehmet e û got, "Eger ev kesên navborî neyên dersînorkirin, ev ê bê wê wateyê ku ji diziyê heta kuştinê hûn destûrê didin wan ku her sûcî li Elmanyayê bikin." Siyasetmedarê muxafazakar Seehofer anî ziman ku wê destûrê nedin vê rewşê û got, "Yên ku sûcên giran dikin yan jî destûra me ya binpê dikin, cihê wan li welatê me nîne."

SAZIYÊN MUXAFAZAKAR JÎ LI BER DERSÎNORKIRINÊ RADIBIN

Di serî de saziyên penaberan gelek partiyên muxalefetê û beşeke girîng a sosyal demokratên hevkarê hikumetê bi tundî li ber dersînorkirina Sûriyeyiyan radibin. Herî dawî Weqfa Konrad-Adenaûer a ku nêzî CDU tê naskirin, nûnerê wê yê Iraq û Sûriyeyê Gregor Jaecke di mijara dersînorkirinê de hişyarî da. Jaecke destnîşan kir ku dersînorkirina penaberan ber bi Sûriyeyê ve nepêkan e.

Lê belê tevî van pêşniyaran jî hikumeta Merkel ji bo dersînorkirina ber bi Sûriyeyê ve amadekariyên destpêkê qedand. Li gorî agahiyên rayedarên hikumetê, di rojên destpêkê yên sala nû de wê 98 Sûriyeyiyên sûcên cuda kirine bên dersînorkirin.

WÊ BIŞÎNIN KU DERÊ Û ÇAWA BIŞÎNIN?

Ji ber ku di rewşa heyî de Sûriye parçe bûye û bi rejîma Şamê re têkiliyeke yekser nîne, tê meraqkirin ku Elmanya Sûriyeyiyan bişîne ku derê û çawa bişîne. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bavyerayê Joachîm Herrmann destpêka meha Kanûnê daxuyaniyek li ser mijarê dabû û diyar kiribû ku wê muxalîfên Esad ên meyla wan ji sûc re hene ji Tirkiyeyê yan jî herêmên di bin kontrola komên Kurd de ne bên şandin.

Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Federal Hans-Georg Engelke jî daxuyaniyek bi heman rengî dabû û gotibû, "Destpêkê ji bo dersînorkirinê wê bi welatên sêyemîn re hevdîtin bên kirin." Bi vê daxuyaniyê re bal kişandibû ser herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser mijarê heta niha rejîma Enqereyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî nedane. Dibe ku bi bazariya bi rejîma Erdogan re penaber di ser Tirkiyeyê re ber bi herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin bên şandin.