Sê şervanên enternasyonalîst ên YPG’ê li Lorîentê hatin bibîranîn

Li bajarê Lorîent yê Fransayê sê şervanên enternasyonalîst ên YPG’ê hatin bibîranîn.

Kendal Breîzh, Baran Galîcîa û Baran Sason ên ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şer kiribûn li bajarê Lorîentê hatin bibîranîn.

Baran Galicia (Samuel Prada Leon) û Kendal Breizh (Olivier Le Clainche) di 10’ê Sibata 2018’an de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.  Baran Sason (Sjoerd Heeger) ê ji Hollandayê jî di Tîrmeha 2017’an de dema li dijî DAÎŞ’ê têdikoşiya şehîd bûbû.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Rennesê Fehmî Kaplan, Hevberdevka Meclîsa Jinan a Rennesê Eylema Balta û Rêveberê Komeleya Dostanîya Yewnanistan-Bretonyayê Rîcoû Herve axivîn.

Kaplan û Eylem diyar kirin ku nirxên şoreşa ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîn û keda xwe ava kirine, duçarî êrîşên dagirker bûne. Rêveberên Kurd ev şoreşgerên enternasyonalîst bi bîr anîn.

Herve jî diyar kir ku a niha bi hezaran penaber li ser sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê ne û Tirkiye li dijî penaberan siyaseteke lîncê bi rê ve dibe.

Hevalên Kendal Breîzh jî qala bîranînên xwe yên bi wî re kirin.