Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Saziyên Kurdistanî yên li Brîtanyayê piştgirî dan ‘Pêngava Azadiyê’

Saziyên Kurdistanî yên li Londonê hatin ba hev, piştgirî dan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û gotin, “Azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan dibe."

Saziyên Kurdistanî yên li Londonê hatin ba hev, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku ji aliyê dostên Kurdan ve di asta navneteweyî de hatiye destpêkirin, civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûner û endamên KODAR, Tevgera Goran, Komalên Jinanî Azad a Rojhilat, Tevgera Civaka Azad a Başûr (KCDK-Başûr), Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD), Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanyayê û Meclîsa Gel a Kurd jî di nav de 14 saziyên Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar ji aliyê endamê Meclîsa Gel a Kurd Egîd Amara ve hat kirin. Amara diyar kir ku ew piştgirî didin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û wiha got: “Di 100 salên dawî de hemû nirxên me yên dîrokî di bin zexta piralî yên dewleta Tirk a dagirker de ne. Dewleta hov û zalim ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd hemû rê seferber kiriye. Pêşeng û berxwedêrên gelê Kurd li dijî hovîtiya ku polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne, berxwedaneke biîhtişam û bi rûmet raber dikin.”

Amara bal kişand ser vê yekê ku pergala tecrîd û êşkenceyê ku zêdeyî 25 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê, ji hev qut nînin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Em dizanin ku dema dewleta Tirk bi Adbullah Ocalan re muzakere dikir, pevçûnên li Kurdistanê rawestiyan. Ji bo pêvajoyeke aştiyane divê tavile pêvajoya muzakereyê dîsa were destpêkirin. Ji bo pêvajoya muzakereyê û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane û demokrasî divê Abdullah Ocalan azad bibe. Em sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê bang li Kurdistanî, rewşenbîr û partiyên siyasî dikin ku piştgirî bidin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin.”

Piştî xwendina daxuyaniya hevpar, li ser navê Civaka Azad a Brîtanyayê Aso Kemalî, li ser navê Tevgera Goran Xelîl Kardo, li ser navê Komalên Jinanî Azad a Rojhilat Mehrî Rezaî, li ser navê KCDK-Başûr Kamuran Xalan û li ser navê PJAK’ê Eyup Civanroj daxuyanî dan.

Di axaftinan de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradigmaya xwe ya neteweya demokratîk û azadiya jinê ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn fikir û rêya aştiyeke bi rûmet derxistiye holê. Nûneran gotin, “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.