Saziyên Kurdî yên li Rûsyayê Diyar Xerb bibîr anî

Saziyên Kurdî yên li Rûsyayê xebatan dikin bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û endamê Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb Muhamed bibîr anî.

Yekîtiya Saziyên Sivîl ên Kurd ên Navneteweyî, Tevgera Jinan a Kurd a Rûsya û Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsya bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa hewayî ya li Başûrê Kurdistanê ku têde endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet şehîd bû şermezar kir.

Di daxuyaniya hevpar a saziyan de ev hate gotin: “Em endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb birêzdarî bibîr tînin û hevkariya dewleta Tirk û hêzên xiyanetkar jî bi şidet şermezar dikin.

Yek ji avakerê PÇDK’ê şoreşger Diyar Xerîb ê ji bo têkoşîna azadiyê xebat kir ji aliyê hemû gelê Başûrê Kurdistanê ve hate heskirin. Diyar ê xwedî hişmendiyeke dîrokî temenê xwe ji bo azadiya daye.

Xerîb ê bi eslê xwe ji herêma Karadag a Başûrê Kurdistanê ye têkoşîna xwe  ya 25 salan, di tevahî jiyana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke ya hêjdarî pêk aniye.

Diyar Xerîb li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistan hatî destpêkirin, ji bo gelê Başûrê Kurdistanê li ser bingehê rast birêxistinkirin û êrîşan vala derbixin kedekî mezin daye. Her wiha ji bo derxistina hêzên dagirker a ji Başûrê Kurdistnê bi hêzên demokratîk ên Başûrî re xebatên mezin kiriye.

Diyar Xerîb di têkoşîna xwe ya 25 salî ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de aktîv cih girtiye û hemû erkên girtî bi serketineke mezin bi ser xistiye. Em jî saziyên Yekîtiya Saziyên Sivîl ên Kurd ên Navneteweyî, Tevgera Jinan a Kurd a Rûsya û Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsya kar dikin, şoreşgerên xwe yên di encama xiyaneteke  mezin de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin, hemû hêzên di vê êrîşê de bûne xwedî rol şermezar dikin.”