Saziyên Kurd ên Rûsya êrşa li Garê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Rûsya xebatê dikin bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dagirekeriyê yên li Garê yên Herêma Parastinê yên Medyayê şermezar kirin, banga ketina liv û tevgerê kirin.

Yekîtıya Saziyên Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Çandî-Netewî ya Federal a Kurdên Rûsya , Organîzasyona Jinên Kurd ên Navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tira li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medayayê şermezar kirin.

Saziyên Kurdî diyar kir ku ev êrîş berê hatine plankirin û destnîşan kir ku ev êrîş ji sala 2002’ê ve ku bi hevkariya PDK’ê ku hêzên Roj û Gulan li herêmê hatin bicihkirin destpê kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Rêveberiya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê di xeta xiyanetê de israr dike, bi dewleta Tirk re yê sondxwariyê dijminê gelê Kurd e, re hevkariyê dike. Em her cûre êrîşên li dijî tevgera gelê Kurd şermezar dikin. Banga şermezarkirin û tehşîrkirina van êrîş û hevkariyê dikin.

Herî zêde xeta xiyanetê ziyan daye destkeftiyên gelê Kurd, heman demê vê xeta xiyanetê di nava hêzên komploger de jî cihê xwe girtiye.

Li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hêzên HPG’ê bi serketî li ber xwe didin, wê ev berxwedan bidome.

Bang li DYE, YE û NY’yê dikin ku hew çavê xwe li êrîşên dewelta Tirk a li ser Kurdisanê û gelê Kurd bigirin, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bibin xwedî helwest.”