Saziyên Êzidiyan êrişa li dijî goristana Êzidiyan şermezar kirin

"Wê rêzdarî û tifaqa di nava olên cuda bi van êrişên tirsnak neyên xirakirin. Hîn zêdetir divê xwedîderketinek hevbeş a hemû civakan li hemberî van êrişan pêk were û jiyana azad û demokratîk a bi hev re bi ser bikeve."

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê, Koordînasyona rêxistinên Êzîdiyên li Ewrupayê, NAV-YEK, Meclîsên Gundên Bakurê Kurdistanê, MŞD,‏YÊS, ‏HCÊ, ‏SMJÊ, ‏NÇÊ têkildarî êrişa li dijî goristana Êzidiyan a li gundê Mezra Mihoka daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di dema ku cîhan bi rojeva şewbeya cîhanî re mijul dibe li Tirkiyê û welatê me Kurdistanê, him ji aliyê dewleta Tirk a dagirker desterserkirina şaredariyên me ku îfadeya vîna azad e tê kirin him jî ji aliyê hêzên nediyar ve êrişên dijmirovahî li dijî nirxên me bi berdewamî tên meşandin."

Saziyan bi bîr xistin, ku di nava civak û baweriyan hemûyan de hin xalên hevbeş ên pîroz û rêzdar hene û destnîşan kirin, ku yek ji wan jî hurmeta li goristanan e ku îfadeya nirxên civakî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "‏Di vir de em wek sazî, sîwan û rêxistinên civaka êzîdî yên li dervayê Welat êrişa dawî ku li goristana qubên Hesen Begê hatin kirin bi tundî şermezar dikin. ‏Bi tu awayî em êrişên tirsnak û bêexlaqî li dijî nirxên civaka êzîdî qebûl nakin û bêdeng namînin."

Daxuyaniya hevpar wiha dewam kir:

"‏Hişmendiya li pişt êrişên bi vî rengî hewl dide di navbera civakan û baweriyan bi siyasetek qirêj nakokiyan biafrîne û hemberî hev ji bo desthilatdariya xwe bide xebitandin. Lê çawa bûyerên talankirina û destdirêjiya axa gundên Êzîdiyan, Malên civaka Êzîdî, li Pîrozgehên wan û goristanên wan hatin kirin û civaka Êzîdî helwesta xwe diyar kir û nehatin lîstikên bêpîvanî, wê di vê êrişê de jî hêza rêxistinbuyîna xwe li ser hîmê tifaqiyê esas bigre û komployên bi vî rengî vala derbixîne.

‏Wê ji her demê zêdetir projeya 'vegera Gund' derbasî meriyetê bibe û têkoşîna wê di xebatê de jî diyarker be. Me çawa li hemberî fermanan û êrişan serî netewand û ji bo parastina nirxên ola xwe û çanda xwe li ber xwe da em ê ji her demê zêdetirîn siyaseta çavtirsandinê pûç bikin.

‏Wê rêzdarî û tifaqa di nava olên cuda bi van êrişên tirsnak neyên xirakirin. Hîn zêdetir divê xwedîderketinek hevbeş a hemû civakan li hemberî van êrişan pêk were û jiyana azad û demokratîk a bi hev re bi ser bikeve."