Sassolî: Qetlîamên sivîl û kuştina êsîran sûcê şer e
Pisporê Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Profesor Marco Sassolî got ku “Hincet çi dibe bila bibe, qetlîamên sivîl û kuştina şervanên hatine dîlgirtin qedexe ye û sûcê şer e.”
Pisporê Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Profesor Marco Sassolî got ku “Hincet çi dibe bila bibe, qetlîamên sivîl û kuştina şervanên hatine dîlgirtin qedexe ye û sûcê şer e.”
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, rayedarên Rêveberiya Xweser jî tê de gelek kes diyar dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcê şer dikin. Ev êrîş li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e lê heta niha tu aliyan bertek nîşanî Tirkiyeyê nedane.
‘BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ’
Pisporê Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Profesor Marco Sassolî ê li Zanîngeha Cenevreyê, şêwirmendiya Dozgeriya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jî dike. Sassolî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku “Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Swîsre û Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku ev operasyonên leşkerî ne bikaranîna hêza rewa ye. Heke welatek bêyî destûr têkeve welatekî, ev tê wateya ku hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.”
Sassolî diyar kir ku heke ev sûcên hatine kirin weren îspatkirin, yên ku ev sûc kirine werin darizandin . Sassolî got ku “Heke generalekî Tirk ji ber vî sûcî were Swîsreyê,dozgerê Swîsreyê dikare lêpirsînê li wî generalî veke. Divê wisa be, lê mixabin di warê pratîk de ne wisa ye. Bi tenê Tirkiye sûcê şer nake. DAÎŞ û rejîma Sûriyeyê jî sûcê şer kir. Lê niha em dibînin ku hêzên girêdayî Tirkiyeyê li vir in. Di şerekî wisa de divê Tirkiye Xaça Sor a Navneteweyî nas bike û wê vexwîne herêmê. Divê derbarê kesên ku sûc kirine jî agahiyan bide. Lê tişta ku dizanim Tirkiye destûrê nade Xaça Sor da ku ev sazî biçe qadên şer lê hene.”
‘NABE KU ŞERVANÊN DÎL HATINE GIRTIN, WERIN KUŞTIN’
Profesor Marco Sassolî got ku “Hincet çi dibe bila bibe, qetlîamên sivîl, kuştina şervanên ku dîl hatine girtin qedexe ye. Ev hemû binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û sûcên şer in.”
Sassolî bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd, gelê herî mezin e ku mafê diyarkirina qedera wê ya ku ew ê biryara wê bide, tê astengkirin. Sassolî got ku “Li gorî hiqûqa navneteweyî heke welatek bi darê zorê axa welatekî din dagir bike, ev dagirkerî ye. Mafên kesên li qadên dagirkirî, di warê hiqûqî de hene. Li gorî hiqûqa dagirkirinê Tirkiye beşeke gelê xwe nikare li van herêman bi cih bike.”
‘GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ SÛC E’
Sassolî derbarê guherandina demografiya herêmê jî got ku “Heke tiştekî wisa hebe, ev teqez sûc e. Heke kesên ne ji Sûriyeyê li wan herêman bi cih bike, ev sûc e. Heke Tirkiye malên gelên li wê derê vala bike û hin kesên din li vir bi cih bike, ev sûc e. Tê wateya ku gelên wê derê ji warên wan diqewirîne. Hilweşandin, desteserkirina malan û koçkirina bi darê zorê li dijî konvansiyonên Cenevreyê ye. Di vir de berpirsyariya hemû dewletan heye.
PAQIJIYA ETNÎKÎ..
Sassòli qala paqijiya etnîkî ya li herêmê jî kir û ev tişt got; “Di hiqûqa mirovî ya navnetewî de madeyekî ya paqjiya etnîkî tuneye lê sûcên ku hiqûqa mirovahiyê qedexekirî dikare di vê çarçoveyê de were nirxandin. Mînak; sûcên şewitandina malan, koçberiya bi darê zorê, înfaz û destdirêjî di mijara paqijiya etnîkî de kom dibe.
‘NE BÊDENGÎ, DIRÛTÎ HEYE’
Pisporê Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Profesor Marco Sassolî bi domdarî got; “Ev pirsgirêkeke hiqûqa navnetewî ye. Dewlet naxwazin “dewletekî cîhanî ya polîs, hikûmet û dadgeha cîhanê’ çêbibe. Ji ber wê pêkanîna hiqûqa navneteweyî daxwaza dewletan pêk tîne. Li vir bêdengî tuneye tenê dirûtî heye. Gelek dewlet ji ber binpêkirina hiqûqê Tirkiyeyê rexne dike lê weke encam têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re didomînin. Mînak DYE ya ku du operasyon rexne dikir îro li Qesra Spî Erdogan qebûl dike.”
Profesor Marco Sassolî got tu dewlet bi berpisyartiya xwe ranabe û wiha domand; “Eger her dewletek rêzê li peymanên Cenevreyê bigirin û wêya biparêzê divê Tirkiyeyê neçar bike ku rêz li hiqûqa navneteweyî ya xakên dagirkirî re bigire. Lê mixabin rastiyên polîtîk û gefa penaberan a Erdogan ya ji bo Ewropayê tu dewletek berpisyartiya xwe bi cih nayne.”
‘KENY, MUKELEFE KU TIRKIYEYÊ JI SÛRIYEYÊ DERBIXE’
Profesor Marco Sassolî qala berpirsyartiya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (KENY) ya li beramberî dagirkeriyê kir û wiha got; “Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî mukelefe ku ewlehiya navnetewî û aşitiyê biparêze ku şertê NY ye. Ji ber vê çendê neçar e ku Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derbixe. Li vir pirsgirêkek din heye, siyaseta du alî ya Tirkiyeyê. Tirkiyeye piştgiriya Rûsya û DYA digre û li KENY’ê destûr nade ku biryarek têkildarî wê derbikeve.”
‘KENY DIKARE DADGEHEKÎ NAVNETEWÎ AVA BIKE’
Profesor Marco Sassolî got KENY dikare dadgehekî navnetewî ava bike û wiha domand; “Rayeya dozgerên Dadgeha Cezayê Navnetewî (DCN) tuneye ji ber ku ne Tirkiye û ne jî Sûriye şertên DCN’ê îmze nekirine. Ji ber vê çendê jî KENY dikare biryarekê bigre dadgehekê navneteweyî ava bike û têkildarî sûcên şer lêpirsîneke veke.”
‘DELÎL Û ŞAHIDÊN SAXLEM DIKARE RÊ LI BER GIRTINÊ VEKE’
Profesor Marco Sassolî wiha jî got; “Rayeya dewletê heye ku darizandina kesên peymanên Cenevreyê binpê dike, bike. Ev jî girêdayî delîl û belgeyên têrker yên girêdayî politîkayên dewletê ne. Tam nayê zanin lê ji aliyê NY ve bi armanca lêkolîna sûcên şer ên li Sûriyeyê saziyeke sivîl ya ““International Impartial and Independent Machanism” hatiye avakirin û belgên sûcên şer ji aliyê kê ve hatine kirin li destê wan de hene. Evane dosyayên di destê wan de tenê dide dozgerên dewletekê yan jî dozgerên DCN’ê. Tenê erka vê saziyê ne ew e ku sûcên şer yên rejîma Sûriyeyê û rêxistinên mîna DAÎŞ’ê belge kirine, di heman demê de lêkolîna sûcên şer yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiye û komên girêdayî wê ve ye jî.”
‘SÛCÊN TIRKIYEYÊ NE TENÊ BI SÛRIYEYÊ VE SÎNORDAR E’
Profesor Marco Sassolî qala sûcên Tirkiyeyê jî kir û ev tişt got; “Li aliyê din divê sûcên Tirkiyeyê li dijî Kurdan hatî kirin tenê bi Sûriyeyê ve neyê sînordar kirin. Tirkiye bi salane di nava sînorên xwe de jî li dijî Kurdan şerekî dike. Li vir mekanîzmayekî navnetewî tune ye ji ber ku ev di nava sînorên Tirkiye bixwe de çêdibin. Lê di her rewşê de bûyerên li vir diqewimîn binpêkirineke cîdî ya mafên mirovan e.”
‘DIVÊ LI DMME’YÊ SERLÊDANA TAKEKESÎ WERE KIRIN’
Herî dawî Pisporê Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî Profesor Marco Sassolî wiha got; “Ji ber Tirkiye aligirê peymanên mafên mirovan a Ewropayê ye û ev peyman binpêkirine dikare li DMME serlêdan were kirin. Sûriye ne aligirê Peymanên Mafê Mirovan a Ewropayê ye lê Tirkiye aligir yan jî malbatên şervanên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatine înfazkirin yan esîr ketine dikarin bi rêya parêzeran serî li DMME bikin. Divê ev serlêdan ne ji aliyê saziyên Kurd ve ji aliyê kes û şexsan ve werre kirin. Ev mirovên he nikarin biçin DCN’ê ji ber ku ne Tirkiye û ne jî Sûriyey aligriê DCN’ê ye. Erdogan dikare were darizandin lê dema ku peywira wî ya Serokkomariyê qediya dikare derbarê wî de doz were vekirin.”