Sariyildiz: Em biherikin Kolnê, bila cîhan dengê me bibihîze!
Hevnûnerê Elmanyayê yê DEM Partiyê Faysal Sariyildiz ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Rojeke ji rêzê nîne. Her welatparêz divê berê xwe bide Kolnê."
Hevnûnerê Elmanyayê yê DEM Partiyê Faysal Sariyildiz ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Rojeke ji rêzê nîne. Her welatparêz divê berê xwe bide Kolnê."
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' 17'ê Sibatê wê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meşeke navendî de asta Ewropayê de pêk were. Hevnûnerê Elmanyayê yê DEM Partiyê Faysal Sariyildiz got, "Her Kurd divê 17'ê Sibatê li Kolnê be. Bi sed hezaran kesî em dengê xwe bilind bikin, ku cîhan dengê me bibihîze, derdê me fêhm bike."
Faysal Sariyildiz anî ziman ku gelê Kurd niha bi man û nemanê re rû bi rû ye û got, "Ya wê bi sed hezaran mirovên me qetil bikin, yan jî dibe ku em berdêlan bidin lê belê em ê dawî li qedera rezîl a sed salî bînin ku li me tê ferzkirin. Li welatekî azad em dikarin jiyaneke nû ava bikin. Ji ber vê yekê bi rastî jî her Kurd divê 17'ê Sibatê berê xwe bide Kolnê. Ev çalakiyeke ji rêzê nîne. Çalakiya demeke zehmet û giran e. Ji xwe dewleta Tirk bi salan e li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din her roj Kurdan qetil dike. Hîn jî komkujiyan dewam dike. Ji niha û pê ve wê komkujiyan û hovîtiyê hîn zêde bike."
'ABDULLAH OCALAN ŞEXSEK NÎNE, RÛMET Û PAŞEROJA ME HEMÛYAN E'
Faysal Sariyildiz bal kişand ser têkiliya gelê Kurd a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got, "Bi xwedîderketina li Abdullah Ocalan em tenê li şexsekî xwedî dernakevin. Rast e, bi milyonan mirov jê hez dikin, wî weke îradeya xwe dibînin. Bi milyona mirov bi Birêz Ocalan re bûn xwedî fikrê azadiyê. Lê belê di vê astê de di şexsê wî de em xwedî li rûmeta xwe, li şerefa xwe, li destketiyên xwe derdikevin. Ji ber ku dema pêşî li Abdullah Ocalan vekirî be weke ku hate dîtin di navbera salên 2013-2015'an de xwîn nerijiya, di siyaseta legal demokratîk de em serketî bûn, xurt bûn. Bi vê yekê re kevneşopiya dewletê ya kujer a sed salî jî lawaz bû, rezîl bû. Ji ber vê yekê konsepteke hovane dimeşînin. Rojane komkujiyan dikin. Lê belê ji niha û pê ve jî wê mezin bikin. Metirsiyên mezin li ber deriyê me ne. Roj rojeke ji rêzê nîne."
Faysal Sariyildiz ji ber vê yekê bang li her welatparêzî kir ku berê xwe bide Kolnê û got, "Niha ji destê me ev tê. Gelê me li Kurdistanê li ber xwe dide. Çi ji destê wan tê dikin. Lê belê her roj bi komkujiyên faşîzmê re rû bi rû ne, têne astengkrin. Di demeke bi vî rengî de hevalên me li wê derê dimeşin. Divê em li Ewropayê bi sed hezaran kesî kom bibin û biqîrin! Divê Ewropa vê yekê bibîne, bibihîze. Êdî divê ew jî zanibin ku Kurd ji bo wan jî misogeriya jiyaneke azad e."