Sarikaya: Ev bihar wê bibe bihara gelan

Çalakgerê greva birçîbûnê Mustafa Sarikaya: Çûna parêzeran a Imraliyê qelşeke mezin li faşîzmê vekiriye. Çalakiya me zivistanî dest pê kir, niha bihar e. Wê bihara gelê me bîne ev pêvajoya çalakiyê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 şoreşgerên endamên Insîyatîva Azadiya Ocalan ya li  Strasboûrgê ev 150 roj in didome. Ji çalakgeran Mustafa Sarikaya têkilî 5 mehên derbasbûyî axivî. Sarikaya derbarê hevdîtina parêzeran a li mraliyê got, ''qelşeke mezin li faşîzmê hate vekirin'' û got, ew bihara çalakiya xwe dijîn û ev ê bibe ''bihara gelan''.

Sarkaya diyar kir dema ku dest bi çalakiyê kirine daxwazên wan ên berbiçav û li gorî van daxwaza armanceke wan a berbiçav hebûye û daxwaza wan şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina tecrîdê bûye, bala xwe daye ser vê, li vê armancê asê bûye û her wiha pêşbîniya wê kirine ku tecrîd were şikandin wê çi bi xwe re bîne û diyar kir, ''Di van pênc mehan de, bûye pêngaveke wiha ku li dijî pêngavên rejîma mêtinger-qirker bûye bendek, ev pêngavên rejîmê pûç kirine û wiha bi pêş ve çûye.''

'EV PÊVAJOA BI PÊŞENGIYA DAYIKAN GEŞ BÛ'

Sarikaya bi berdewamî got her wiha kiriye ku giyanê berxwedanê yê hem li Bakur û tevahî Kurdistanê yê ku Ocalan û Tevgera Azadiyê derxistî holê û dijmin nekarî teslîm bigire ji xwe re cihokên dî veke û geştir bibe û ev greva birçîbûnê hem xwe gihandiya wan damaran û hem jî ji ser wan rabûye û geş bûye.

Sarikaya got tenê ji hêla grevên birçîbûnê ve li pêvajoyê nanerin, ''Her wiha têkoşîn û berxwedana ku Tevgera Azadiyê ji gelek enî û qadan ve pêş xistî bi ser dikeve. Her wiha vê çalakiyê rê li ber gelek geşedanên berbiçav vekiriye. Ji roja ku dest pê kirî û  vir ve bi daxwazên berbiçav ku danî ber xwe jî hin qonax li pey xwe hiştine'' û bal kişande ser Hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana Leyla Guven û got, di rewşeke wiha de ku rejîma faşîst qirqer ku ji bo civakê bêdeng bike her cure derfet bi kar dianî, lêgerîneke mezin a berxwedanê û pratîka berxwedanê daniye holê. Ev pêvajo bi pêşengiya dayikan geş bû. Her wiha li nav civakê rê li ber rapirsînê kir.''

'HEMÛ HÊZAN REWŞ JI NÛ VE NIRXANDIN'

Sarikaya got, ''Li Kurdistanê, Tirkiyê, derve, berxwedana greva birçîbûnê, a gerîla, Rojava û dayikan, pêngava berxwedana giştî, kir ku hema hema hemû hêzan rewşa nû binirxînin. Bi encama van berxwedanên giştî bi Rêbertî re hevdîtin bû. Hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re saetek jî be ji aliyê destkeftiyan ve gigrîng e. Ji wê hêlê ve ku Rêbertî li ser greva birçîbûnê, Rojava û li ser rengê giştî yê Kurdan û Tirkiyê pozîsyon û pêşdîtinên xwe vebêje û divê çawa nêzîktêdayin lê were kirin, pir girîng bû.''

'RÊBER OCALAN RÊBERÊ AZADIYÊ YE'

Sarikaya bi domdarî got ji bo wan a girîng ev e, careke dî derketiye holê ku daxwaza ku destpêka çalakiyê danîne ber xwe çendî rast e. Sarikaya diyar kir tecrîda li ser Ocalan ne tenê tê maneya tecrîda li ser Kurdan û Tevgera Azadiyê, tecrîdeke giran a li ser gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyê ye û dema ku ev tecrîd were şikandin, 'lêgerîna azadiyê'' bi rê û rêbazên nû geştir dibe. Sarikaya got, ''Rêber Ocalan rêberê azadiyê ye. Bi şexsî wiha jiya û ev tim bi vî rengî da gel jî. Rêber Ocalan her wiha tim qadên azadiyê ava kir, mewziyên azadiyê ava kir.''

Li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re dayî, Sarikaya got, ''Heke mirov peyamên Rêber Ocalan rast bixwîne, rêya wê nîşan dide bê ka gel û civak çawa dikarin xwe ji vê rewşa fetisokî derxînin. Nîşanî gel û civakan û takekesan dike ku hêvî heye. Ji bo vê Rêbertî her wiha dibe rêberê hêviyê.''

'VÊ  CARÊ DIVÊ EM BI SER BIKEVIN'

Sarikaya got li tecrîdê gelê Kurd, tevger û dostên Kurdan ev 20 sal in li ber xwe didin, diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwediyê şertên jiyaneke azad, bi tendirsitî û şertên xebata azad û dema vê hatiye. Sarikaya gotin, ''Ji ber vê divê çalakiya me derî li vê veke. Domdirêjiya wê, israr li ser wê, biryardarî û herî dawî destpêkirina rojiya mirinê ya 30 hevalî, bi mehan e şane bi şane helîna hevalan ji ber vê ye. Vê carê divê em bi ser bikevin.''

Sarikaya bi domdarî got, ''Em di meha Gulanê de ne. Çalakiya me zivistanî dest pê kir û niha bihar e. Wê bihara gelê me geş bike, em di pêvajoyeke wiha ya çalakiyê de ne. Em kampanyayeke çalakiyê ya wiha dijîn ku ji bo civaka me, gelê me û mirovahiyê wê encamên xweşik derkevin holê.''

'PÊŞENGIYA BERXWEDANÊ IMRALÎ YE'

Sarikaya got, ''Çalakiya me bi biryardarî didome. Li dora daxwazên xwe yên berbiçav, heta ku Rêber Ocalan û hevrêyên wî, nemaze Rêber Ocalan nebêje, temam, çalakî wê bidome. Rêbertiya berxwedanê Imralî ye. Em hemû çalakgerên greva birçîbûnê tevlî berxwedana Rêber Ocalan dibin.  Pêşengiya vê berxwedanê û pêngavê Imralî ye.''

Sarikaya herî dawî got, armanca sereke ya çalakiya wan ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad û tendiristiyeke baş û domand, ''Ango dijmin ji bêgavî gavinan davêje. Gavên ku diavêje ez mîna lîstikê nabînim. Ev destkeftiyên berxwedana me ne. Dibe ku dijmin hesabên waiha bike lê ev hemû destkeftiyên berxwedana me ne.''

'HEVDÎTİNA QELŞEKE MEZIN DI FAŞÎZMÊ DE VEKIR'

Sarikaya herî dawî got, ''Çûna parêzeran a Imraliyê qelşeke mezin li faşîzmê vekiriye. Meha pêncan di vê mijarê de bû demek wiha ku gelek mirov kêfxweş bûn, şad bûn. Dayikên me, gelê me van encamên baş heq dikin, serfiraziyê heq dikin. Demsal bihar e. Çalakî bihara xwe dijî, şoreş û gelê me jî. Ev bihar wê bibe bihara gelan.''