Salvegera PYD’ê li Lîmassolê hate pîrozkirin
Li bajarê Kîmassol a Qibrisê salvegera 16’an a PYD’ê hate pîrozkirin.
Li bajarê Kîmassol a Qibrisê salvegera 16’an a PYD’ê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ destpêkir. Piştre jî Berpirsê PYD’ê Yasin Tarboch li ser salvegera PYD’ê axivî.
Piştî axaftinan û şûnde Koma Çanda Theofîlos stran got. Hunermendên Kurd Îsmaîl Eker û Bavê Îdrîs derketin ser dikê û stranên dengbêjî gotin.
Şahî bi dirûşim û gerandina govendê bi dawî bû.