Salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hate pîrozkirin

Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li Berlînê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de YPG-YPJ hatin silavkirin û banga yekîtiyê hate kirin

Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li paytexta Elmanya Berlînê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Tevî Rojavayiyan her wiha Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ji rêveberên Meclîsa PYD'ê ya Berlînê Deham Îbrahîm li şahiyê axivî û banga yekîtiyê kir.

Hevserokê Meclîsa PYD'ê ya Berlînê Silêman Hajî jî bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî terora DAÎŞ'ê ya ku bû belayê serê tevahiya dinyayê têkoşiya û got, "Em minetdarên YPG û YPJ'ê ne. Rêxistineke terorê ku karîbû li navenda Berlînê 12 mirovan bi barbarî qetil bikin ji holê hate rakirin û mirovahî jê hate rizgarkirin."

Hajî destnîşan kir ku Ewropa bi taybetî Elmanya divê vê yekê ti carî ji bîr nekin.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat di şahiyê de axivî û banga yekîtiyê kir.

Hozan Aydin, Salih Hacî, Fehed Hesso, Îbrahîm Kurdî, Reşo, Jiyan, Renas, Bengî Agirî, Seyda Perînçek, Natalîa û nergîs Rojhelat derketin ser dikê.