Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Salvegera damezrandina PKK'ê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Kurdên li Rûsyayê salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan pîroz kirin.

Kurdên li Rûsyayê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li herêmên Stravropol û Adigeyê pîroz kirin. Pîrozbahiya li herêma Stavropolê li Mala Çandê ya Razdolnoyê ya navçeya Novalêksandrovskê pêk hat. Endamê Meclîsa Kurd Axmêdov Asîne Çerkez destpêkê axivî û diyar kir ku PKK a bi rêbertiya Abdullah Ocalan ava bû, ji bo jinûve hebûna gelê Kurd bû gava destpêkê.

Di çalakiyê de hunermend Mehmedê Ferman Rustemov, Ruslanê Knyaz, Hesen Mamedov, Guhara Hesen û koma govendê Kulîlkên Rojê derketin ser dikê. Her wiha koma vokal a Rûs Stîl jî beşdarî çalakiyê bû.

Cihekî din ê ku çalakî lê hate lidarxistin Adigey bû. Kurdên li Adigeyê li Navenda Çandê ya Sadovoyeyê li hev kom bûn û pîrozbahî lidar xistin.

Berpirsyara Meclîsa Jinên Kurd Sînem Mehmed û Endamê KNK'ê Feyzo Abdûlayêv di pîrozbahiyê de axivîn û diyar kirin ku Kurdên li Rûsyayê timî bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ne.

Di çalakiyê de hunermend Guhara Hesen û Barî Aliyêv hunera xwe pêşkêş